Kurditsnamedia: Piştî 3 rojan karê berdewam di Kongireya 15’a PDK Îranê de û beşdariya berbiçav a endamên kongireyê di bas û nîqaşên Komîteya Navendî a PDK Îranê de, îro karê kongireyê li ser bername û esasnameya PDK Îranê berdeam e.
Piştî bas û nîqwaşên roja derbasbûyî li rapora Komîteya Navendî, birêz Mistefa Hicrî di kombenda wan basan de bersiva hewce ji bo basên beşdaran da û piştî ra û boçûnên beşdaran û pêdeçûn bi kêmasiyan, di encam de rapora Komîteya Navendî bi gişt dengan hat pesendkirin.
Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia li cihê Kongireyê, îro Sêşemî berwar 2’ê Çiriya Pêşîn a 2012’an, heyeta birêveberî a Kongireyê bername û esasnameya PDK îranê xist destûra kar nîqaşan.
Birêz Hicrî di axaftin û rohnkirinên xwe ên piştî nîqaş li ser rapora Komîteya Navendî de, amaje bi çend xalan bi awayê jêrde kir:
Mistefa Hicrî: Ji bo min weke Sekreter û piştre weke endamê PDK Îranê, wêdemê cihê şanaziyê ye ku partiya min partiyek zindî, çalak û lêkoler be û lêpêçîneve hebe, nek partiyek ku hêminiyek qebiristanî têde hakim be û kes newêre biaxive xêncî berpirsan.
Em dikarin bi azadbûn di ragihandina bîr û rayên xwe de rêçareyên pirsgirêkan bibînin, lê ger qirar be tenê çend kes li cihê gişt endamên PDK Îranê bihizrin, ne sîstemê Partiya Demokrat e û ne li gel serdemê niha de hevaheng e û ne dikare riya çareseriya pirsgirêkan be.
Gelî hevalan, di rewşa siyasî de dema derfet pêşhat, ger mirov mifaha xwe jê sitan ewva serkevtiye, niha ew derfeta siyasî ji me re pêşhatiye.
Em dixwazin rewşekê di Kurdistanê de pêkbînin ku me gav jêre avêtiye, ku nek hêza sîlah ji PDK Îranê re desthilatê berhev bike, belkî hêza menewî, hêza gel hikûmeta han ji me re berhev bike ku em di xizmeta wan de bin û xwastên wan cihgîr bikin.
Di navbirên ra, boçûn û nîqaşên beşdarên kongireyê, çendîn peyam û pirûskeyên partî, sazî û kesayetiyan bi awayê jêrde hatin xwendin:
Olrîk Nîlson Endamê Parlemana Firaksiyûna Partiya Muderat a Siwêdê
Dr. Mehmûd Usman
Peyama Rêberên Partiya Çep a Almanya
Partiya Kesk a Fînlendê
Pîter Hilm Serokê Partiya Sosyal – Demokrat a Siwîsê
Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkêş ên Kurdistanê
Partiya Demokrat - Mesîhî a Norwêjê
Partiya Sosyalîst a Gelê Danmarkê
Partiya Rizgarî a Kurdistanê
Konseya Rêberî Bo Mafê Mirov
Jolyet Mens Civaknasa Firansayî
Partiya Tezamuna Demokratîk a Herêma Ehwazê
Îsmaîl Kamil Endamê Parlemana Siwîsê
Partiya Sosyal Demokrat a Siwêdê
Çepera Demokratîk a Xelkê Ehwazê
Partiya Gelê Îranê