Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kurdpa”yê amarên derheq rewşa mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê di sala 1396`an de belav kir

20:52 - 3 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, bas ji rêje û çavaniya binpêkirina mafê mirovan li Kurdistana Îranê, di sala 1396`an de kiriye.

Ev rapora li gora amarên ku hatine tomarkirin ji aliyê Navenda Amarê ya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ve, hatiye amadekirin, û bi awayê navgînî (rêjeyî) ye.

Navenda amarê ya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye ku, 3 hezar û 166 caran binpêkirina mafê mirovan di Kudistana Îranê de çê bûne, ku ew yek li çav 5 salên derbazbûyî zêde kiriye, eva di demekê de ye ku ev amarane bibelge ne, û ji çavkaniyên bihêz û bawer pêkirî ve hatine wergirtin.

Li gora vê raporê di sala derbazbûyî de, 2191 mînakên giritin, kuştin û birîndarkirina kolberan di kurdistanê de me hebûne, herwisa 50 hevwelatiyên sivîl, girûpên dîlanê, 49 xwendekar, 14 çalakvanên medenî, 3 nivîskar, 3 mamoste, 3 çalakvanên Xwazayê, 3 helbestvan, 5 nûçegihan, 8 çalakvanên torên civakî, 2 mamostayên zanîngehê û komek ji hûnermend û kêmaniyên mesebî ji bo îdareya îtila`atê hatine gazîkirin.

Di sala 1396`an de 81 hevwelatiyên Kurd bi tometên siyasî- ewlehiyê ji aliyê dadgeha Înqilab a rejîmê ve ji bi hepsên demdirêj û nerewa hatine mehkûmkirin.

Navenda Amarê ya Ajansa “Kurdpa”yê, bas ji vê kiriye ku di heyama yek sala derbazbûyî de, di Kurdistanê de mînakên binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê de zêdeyî vê ye ku bas jê tê kirin, lê mixabin bi sedema nebûna saziyekê taybet û destpêranegihîştina bi çavkaniyan, zanyariyên zêde di ber dest de tunînin.

Deqa tewaw a vê amarê di beşa Farsî a Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de heye, û ji bo mifahwergirtina ji vê amarê bi anîna navê çavkaniyê rê pê tê dan.