Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina kasibkarên kurd, pîlanek darêtî!

12:53 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Efşar Ceferî

Di vê meha derbasbûyî de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li gor çapemeniya kurdî, herî kêm 10 kasibkarên kurd bi êrîşa rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin kuştin û çendîn kasibkarên din jî hatin birîndarkirin. Ev ne pêvajoyek nû ye ku mirov pê re şaş bimîne, ji ber ku 33 sal in ku jiyana gelê kurd li Kurdistana Îranê di bin siya desthilatdariya Koma ra Îslamî de bi zordestî, kuştin, îşkence û darvekirinê dibihure. Lê tişta ku mirov matmayî dike ev e ku çawa û çima heta niha kuştina rojane ya kasibkarên kurd dom dike?

Ciwanên kurd ên ku rojane di cilên kasibkariyê de li ser sînorên Kurdistanê jiyana xwe ji dest didin an tên birîndarkirin, ev pîşe û kar ne li gor xwesteka xwe hilbijartine ku ev jî rêya mirin û jinavçûna wan e. Belkî rewşa aborî û civakî û siyasî ya herêmên kurdan ew neçar kirine bo derbara jiyana malbatên xwe, dest bi vî karê dijwar û pirr xeter bibin. Ciwanên kurd wekî ciwanên neteweya serdest li bajarên din ên Îranê ku rewşa wan gellekî baştir e, xwedî şiyana xwendina bilind û karînên corbicor in ku dikarin di rêveberiyê de bikar bînin, lê mixabin tu derfetek wan tuneye ku wê hêza xwe di kar û pêşeyên normal de bikar bînin.

Zêdeyî 30 salan dibe ku para ciwanên kurd li Îranê, qebûlnekirina nasnameya neteweyî, bêpariya aborî, civakek mîlîtarîzekirî û bêkarî û nebûna derfetên kar û jiyanek normal e. Ev rewş ji siyasetên Komara Îslamî ya Îranê li Kurdistanê çavkanî digire ku heta niha jî tê meşandin. Li herêmên Rojhilatê Kurdistanê tu navend, şîrket û karxaneyên hilberîn û senetî tu ninin ku ciwanên kurd têde kar bikin û dûrî jiyana dijwar û şevên tarî li ser sînoran debara jiyana xwe bikin. Kurdistan deverek xwedî atmosferek taybet e ku ji bo cotkarî, ajeldarî û baxevanî û dehan pîşeyên din pirr hêja û têrber e. Lê mixabin hikûmet tu îmkanat û alîkariyekê bi wan senfan li herêmên kurdan nake ku heta beşek ji hevwelatî bikarin bi vê rêyê bijîva jiyana xwe normal bimeşînin. Bêkarî û nebûna derfetên kar li Kurdistana Îranê li gor karnasên aborî û civakî, bêhtirî ji sedî 40`ê ye ku gefek mezin e li ser jiyana civakî.


Beşek ji ciwanên kurd neçar in ji ber vê statuya xerab, ji bo peydakirina kar biçin deverên din ên Îranê ku îmkanên wan pirr zêdetir in. Beşek jî mecbûr dimînin li herêmên xwe bimînin ku ji ber nebûna kar, karê kasibkariyê li ser sînorên Kurdistanê dikin. Ev yek ji ber neçariyê ye û ne tiştek hilbijartî û dilxwazane ye. Ti kesek naxwaze ji ber bijîva jiyanê bê kuştin, birîndarkirin û girtin, lê li Kurdistanê ev bûye diyardeyek normal a jiyana hevwelatiyan. Gellek carr li nav bajarên Kurdistanê jî, hevwelatiyên kurd bi bahaneya hebûna barên qaçax di nav otombêlên wan de tê gulebarankirin ku ev yek dûrî hemû rêbazên mafê hevwelatîbûnê ye û binpêkirin û destdirêjiya eşkere ye bi ser mafê mirov û jiyana civakî. Di van bûyerên wiha de, dozvekirin û şikayetnameya hevwelatiyên kurd jî bê feyde ye û ti dezgeh û saziyek tune ye ku berevaniyê ji wan bike. Ji ber ku Kurdistan mîlîtarîzekirî û ewlekarîkirî ye, her bûyerek kuştin û birîndarkirina kasibkarên kurd û hevwelatiyên sivîl bi asayî tê nirxandin ji aliyê dezgehên hikûmetê ve. Dema hevwelatiyên kurd dozê li dijî hêzên êrîşker ên dewletê vedikin, dibêjin me xerabkarek kuştiye! Loma niha herî kêm malbat doza kuştina zarokên xwe dişopînin. Ji ber ku kes lêpirsînê li kuştina wan nake êi hemberî hêzên dewletê. Kuştina mirovekê di civakek demokratîk de şokeyê pêk tîne û rojevê dihejîne, lê li kurdistanê kuştina çendîn hevwelatiyên sivîl û bêguneh di rojê de kesî şoke û ecêbmayî nake!

Êrîşkirin û kuştina kasikarên kurd li ser sînorên Kurdistanê ne karek heq e, ji ber ku rayedar sebebê hebûna kasibkariyê ne li Kurdistanê. Ger berpirsiyarên Komara Îslamî ya Îranê derfet û îmkanên karê normal pêk bîninm ti ciwanek kurd amade nabe ku kasibkariyê bike, lê ger vî karî jî nekin, jiyana wan nameşe û ligel dehan pirsgirêkên ciddî rûbirû dibin.


Ez bawer im ku kuştina rojane ya kasikarên kurd li ser sînoran, pîlanek darêtî û bi bername ya hêz û dezgehên dewleta Îranê ye ku bikarin pirr hêsan ciwanên kurd bidin ber êrîşa guleyên xwe û her roj xwîn bê rijandin û behî û serxweşî li Kurdistanê hebe û dayîkan bişewite. Lê ger ne wisan bûya, rayedarên dewletê dikarîn di çarçoveya projeyên aborî û senetî ku li herêmên Farsaxiv de dikin, vê diyardeyê li Kurdistanê ji nav bibin û hevwelatî neçar nebin rêya dijwar a kasibkariyê bigirin pêşiya xwe.