Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li binkeya Deftera Siyasiya PDK Îranê rê û resma roja şehîdên Kurdistanê birêve çû

20:28 - 30 Adar 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma 10 Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê ji aliyê komîsiyona “Komelayetî”a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li du pişkê cûda de birêve çû.
Li gor rapora nûçegehaniya Kurdistanmedia, sibêdeya roja Şemî 30’ê Adar a 2013’an, rê û resm bi amadebûna sekerterê giştiyê yê PDK Îranê, endamên reberî, malbat û pêşmergên PDK Îranê û mêwanên hêja, bi serdana goristana şehîdan birêve çû.
Her di vê pêywendiyê de Mes’ûd Tek, sekerterê Partiya Susyalîst a Kurdistana Bakûrê û mamosta Mistefa Îbrahîmî kesayetiyeke siyasî yê Kurd başdarê vê marasimê bûn.
Beşa yekem a rê û resmê bi rêjeya Eskerî li fêrgehê heya ser gorstana şehîdan dest pêkir û pişder rêzdar “Mistefa Hicrî” li gel Xedîce Lahîcanî kiça şehîd”Mela Ebdullrehman Lahîcanî” û xuşka şehîd “Mirad Lahîcanî”, çepke gola rêzgirtin li ser goristana şehîd “Seyîd Selam Ezîzî” danan.
Pişdere pêşangah a nîgarên şehîdên PDK Îranê ku li fêrgehê de hatibû amadekirin ji aliyê sekerterê giştî yê PDK Îranê û “Xatûn Ruqeye Semedî” xêzana “Şehîd Xale Şêx Mihemed Bilabasî” û dayîka “Şehîd Yûnis Bilbasî”ve ji bo beşdabûyan hat wekirin.
Li pişka duyem a rê û resmê de ku li hola mersimên PDK Îranê birêve çû, Li destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî borêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê hat ragehandin.
Paşan peyama komîsiyona Komelayetî ji aliyê rêzdar “Tahirî Mehmûdî” Endamê Komîteya Nawendî a PDK Îranê hat pêşkeş kirin.
Mehmûdî di vê peyamê de serbarî amaje bi bidarvekirina “Qazî Mihemed”û navdanîna kirina (10’ê Xakelêwe) 30’ê Adarê roja şehîdan got: Pêşeva eger li pey jiyana xwe biçuba û amade ba xwastik û daxwaziyên rejîma Paşayetî qebûl bike, zor bi asanî dikarî ji mirinê xilas be, lê vî hizir ji jiyaneke mezintir û di pêxema neteweya xwe de bike û her seva vê yekê rêya can qurîtî li pêxema gelê xwe de helbijart.

Berpirsê komîsiyona Komelayetî aPDK Îranê li pişka din a peyamê de amaje bi vê yek kir ku Pêşeva Qazî hîn kir ku mirovên şoreşget li her pile û peyeka civakî û siyasî de be û her nav û kesayetiyek hebe ev dem resenbûna xwe a şoreşgeranê dide îsbatkirin ku herdem li pêxema armancên gel de têkuşînê bikin û di vê rêyê de hazir bin can xwe jî gorî bikin.
Pişdere helbesta li jêr navê “Sema” ji aliyê Nahîd Hûsênî helbesvan û nûser hat xwandin û herweha sirûdek ji aliyê kora mûzîk a PDK Îranê hat pêşkeş kirin.
Her bi vê boneyê pexşanek ji aliyê “Beyan Mêhfer” li jêr navê “le bîrî Pêşeva Ramêne” hat xwandin.
Li dirêjahiya peyama hevbeş a rêxistinên Ciwanan, Jinan û Xwedekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê dirêz “Xalib Hebîbî” endamê heyeta birêveberiya yeketiya Xwendekaran ve hat xwendin.
Her di vê pêywendiyê de peyam 40 rêxistin ên Ciwanên her 4 parçên Kurdistanê bo rê û resma roja şehîdên Kurdistanê hatibû rêkirin..