Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dijî Umer Beşîr rabûn; buhara Erebî giha Sûdanê!

21:27 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

W: Agirî

Li her cihî serhildan e tenê Îran nebe

Serê du heftiyan e ku nerazîbûnên xelkî li dijî hikûmeta Umer Beşîr li Sûdanê dest pêkiriye û li roja înê, di salvegera kûdetaya leşkirî a wî de giha kopika xwe. Tê gotin ku pitir ji hezar kesî hatiye girtin.

Li gor rapora Dengê Alman(DW), çalakên sivîl û neyarên siyasî li Sûdanê li çend heftiyan berî niha ve gaziyek ji bo xwenîşandanek mezin li dijî hikûmeta Umer Beşîr arasteyî xelkê wî welatî kiribûn. Di vê xwenîşandanê de ku roja înê, 29’ê Hezîranê birêve çû, zêdeyî 1000 kesan hatine destbiser kirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Ew xwenîşandan rast li salroja kûdetaya leşkirî a Umer Beşîr de birêve çû. Wî li 30’ê hezîrana 1989’an de bi kûdetayek leşkirî dewleta Sadiq Elmehdî, serokwezîrê wê demêye Sûdanê ku hilbijartiyê xelkê bû, ji desthilatê avêt û ji wê demê ve heya niha li ser kursiya desthilatê pal daye. Sadiq Elmehdî niha serokê partiya Umet, ji partiyên dijberî hikûmeta Beşîr e.
Niha xelkê wî welatî li dijî desthilata 23 sala Beşîr serî hildane. Wezîrê Îtilata Sûdanê xwenîşander bi şoreşî nav birin û ragihandiye ku wan ewlehî û aramiya welat xistiye xeterê. Pêka serhejmariya rêxistina berevanî ji maf û azadiyan ku çiqek wê li Sûdanê de ye, li wan 14 rojên ku xelkê serî hildane, hejmara girtiyan pêvajoyek xurt û berfireh bi xwe girtiye.

Veguhastina girtiyan bi cihên nediyar

Çalakên Sûdanî didin zanîn ku kesên destbiser li cihên nediyar û nepenî de hatine hepsî kirin û tu kesê zaniyarî ji çarenivîsa wan nine. Heta malbatên girtiyan ji tirsan newêrin cihê destbiser kirina zarokên xwe jî ji rayedarên ewlehiya Sûdanê bipirsin.

Polîsê Sûdanê li daxuyaniyekê de ragihand ku hin ‘’gurûpên biçûk’’ ji xelkê li bajarên Xurtûm û bajarên din de dest dane şoreşê û dê bi zûyî bihên dadgehî kirin.

Mehkûmiyeta navnetewî
a tepeseriyan


Wezîrê Îtilata Sûdanê daxwaz ji xelkê wî welatî kiriye ku îznê nedin şoreşiyan ku ewlehî û asayîşa Sûdanê bi metirsiyê re ber bi rû bikin û ragihandiye ku reaksiyon û dijkiryarên ku li hemberî wan de hatine encamdayîn, armancek xincî mandel û pûçkirina pîlanên derekî li dijî Sûdanê nebûye. Pêka çavkaniyan, xwenîşanderên Sûdanî pilakard û durûşmên ‘’xelik hiloşîna nizamê dixwaze’’ bilind kirine. Ew durûşm jî dişibe gazî û xwasta xelkê li şoreşa welatên erebî a naskirî bi Buhara Erebî, ku têde xelik xwaziyarê herifandina hikûmetên serdest in.

Gelek ji nawend, welat û kesatiyên xwedînifûz ên navnetewî nerazîbûn û reaksiyona xwe ji kiryarên hikûmeta Sûdanê li dijî xelkê û rojnamevanan nîşan dane. Bi taybetî Navî Pîlay, komîsera mafê mirov a NY ji dewleta Sûdanê xwast ku Serkutê rawestîne û girtiyan jî serbest berde, herweha mafê xwenîşandan û azadiya raderbirînê bi resmî binase. Amerîka, Birîtaniya û kanadayê jî daxwaza serbest berdana bilez a girtiyên siyasî kir.

Umer Beşîr ku 23 salin desthilatdariya Sûdanê dike, ji ber cînayetên ku li Darfûr(başûra Sûdan)ê de encam dane, tawanbare bi cinayet li dijî mirovahî û nifşkujiyê û ji aliyê dadgeha navnetewî ve tê şopandin.