Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gora yasayê ji %80 a beşên neft û gazê dibe bêne daxistin

13:47 - 11 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Berpirsê Saziya Parastina Jîngeh a rejîmê ragehandiye ku, ji bo parastina jîngeha Îranê, û li gorî yasayê ji %80 a beşên neft û gazê dibe bên daxistin.

Li gorî raportên nûçegihaniyên rejîmê, “Îsa Kelanterî” berpirsê Saziya Parastina Jîngeha Îranê, di 8.mîn civîna Şêvra Bilind a Parêzgehan de ragehandiye: “Hekî guh bidin axavtinên rêber, dibe beşên neft û gaz, Trombêlsazî, enirjî, berhemanîna tiştên xwarinê, û ajaldaran dabixin”.

Vî berpirsê rejîmê bas ji vê jî kiriye ku, jîngeha Îranê digel kirîzê rûbirû ye, û salane 12 ton li tenefê de, jinavçûna axê çê dibe, û herwisa gotiye ku, kirîza kêmaviyê di astekê de ye ku, heyanî 50 salên din, Îranê bi awayekî tewaw hişik dibe û rewşa hewaya Îranê jî ber bi pîsbûnê ve diçe.

Mecilsa rejîma Îranê, ji bo çareseriya kirîza jîngehê di Îranê de, gellaleya bernameya 6.mîn a geşekirinê pesend kiriye, ku li gorî vê yasayê ev beşên ku  xesarê digihînin jîngehê, yek ji sedî bêne cezadan, û ji aliyekî din ve jî, “Xamineyî” rêberê rejîmê bas ji vê kiriye ku ji bo parastina jîngeha Îranê, dezgehên hikûmî dibe tundtir ji caran bin.

Eva di demekê de ye, Kelenterî di bersiva Xamineyî de gotiye ku: Hekî li gorî yasayê kar bikin, dibe %80 a pîşesaziya Îranê bê daxistin.

Herwisa vî berpirsê rejîmê îşare bi vê jî kiriye ku, rewşa jîngeha Îranê li ser hêla sor e, û bas ji hişkbûna rûbaran û jinavçûna çavkaniyên avê kiriye, ji bo mînka navê bajarê “Eseloyê” aniye, û gotiye: “Li gorî yasaya jîngehê, zêdetir ji 48 demjmêrî di nav vî bajarî de jiyan nayê derbazkirin”.

 “Kelanterî” di dawiya axavtinên xwe de serbarê tawanbarkirina xelkê, ew yek jî piştrast kiriye ku, bi sedema pirojeyên nekarnasane, û veşartina amar û zanyariyan ji xelkê, jîngeha Îrana me gihandine vê astê.