Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyamê 3 mehan de 90 hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê hatin girtin

15:14 - 9 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li heyamê 3 mehên sala 2013’an de 90 çalakvanên siysî û çanî li du parêzgeha Sine û Urmiyê ji aliyê hêzên ewlahiyên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia û pişt girêdan bi amarên hatine bilavkirin, li mehên Çileya Paşîn, Şibat, Adar a 2013’an de kurdistana Rojhelatê bi 90 cûrên destbiser kirî piraniya rêjeya girîng li sertaserê Îranê habûye.

Ev rêjeya di demekê de ye ku li Tehranê li hayamê wan 3 mehane tenê 43 cûrên girtina çalakvanên siyasî ş çanî habûye.

Li koma giştî ya wan 90 cûrên girtî li Kurdistanê, 60 çalakvanên siyasî û çandî li parêzgeha Sinê û 30 cûrên din li parêzgeha Urmiyê hatine girtin.

Bi awayek giştî li hayemê 3 mehên Zayînî de 180 cûrên binçavkirinê çalakvanên siyasî û çandî û kulturî li Îranê bûne.