Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê salroja avakirina PDKÎ hate pîrozkirin

19:39 - 8 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya salroja avakirina Partiya Demokrat, çalakiyên tebilîxî bi rê ve birin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, têkoşerên Demokrat bi boneya 73.mîn salroja avakirina PDKÎ, li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên teblîxî lidar xistine.

Qehremanên Demokrat li bajarê Nexedê, bi boneya 25`ê Gelawêjê li cihên weke mizgevta “Hecî Ezîz”, xwendingeha “Recayî”, mizgevita “Hecî Baba axa” û şeqama “Balixçî, wêne û postêrên taybet bi vê rojê belav kirin.

Endam û alîgirên PDKÎ, ji riya van çalakiyan ve, digel rêbaza şehîdan û PDKÎ peymana xwe nû kirin.

Li ser pêşniyara “Pêşewa Qazîmihemed” ku endamê “J.K” bû, partiya Demokrat li ser bingeha teşkîlatî (rêkxistinî) a vê Komelê  li rêkevta 25`ê Gelawêja 1324`an hate avakirin û her di yekem kongireya hizbê de, bernameya pêşniyakirî ya ji aliyê “Qazîmihemed” tê pesendkirin û bi xwe jî wekî rêberê hizbê tê hilbijartin.