Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maka terorîzma cîhanê

16:48 - 21 Çirriya paşîn 2020

Nûredîn Sofîzade

Berî vê ku em basa hindê bikin ku maka terorê di cîhanê de kê û çi aliyek û welatek e, divê em ji wê cîhana pan û berfireh û bi taybetî ji wan welat û aliyan ku basê şerê dijî terorê dikin, bipirsin ku erê gelo bi rastî heya niha hûn nizanin û tênegihîştine ku çavkanî û maka terorîzmê kê û çi aliyek e?

Erê gelo ewa çi tiştek e ku ber çavê we digre ku hûn rastiyan nebînin?

Erê gelo çi berjewendiyek pêşya zimanê we digre ku heqîqetê nabêjin? Û gelek pirsyarên dinê….

Her wekî hemî aliyek dizane rejîma Îslamî ya Îranê, her di dema hatina ser karê xwe de heya niha, gorî dirûşmekê ku hilgirtiye, armanca sereke ya wê, hinartina şoreşa Îslamî ye bo hemî cîhanê.

Wê rejîmê bi armanca berfirehtirkirina îdolojî û hejmoniya xwe, bona çêkirina împratoriyeke Îslamî di cîhanê de ku ew rêberî bike, ti sînor neparastine û rê bi xwe daye ku di her welatekê de ku di her kîdera wê cîhanê be destêverdanê bike.

Rejîma Îranê bona gihîştina bi wê xevn û armanca xwe jî, çi ji desta hatibe kiriye, bo mînak girûpên tundajo di zaf welatan de çêkirine ku bi çek û perê xwe ew teyar kirine.

Di piraniya welatên devera Rojhilata Navîn de, weke Erebistan, Behrêyn, Yemen, Lubnan, Filîstîn, Efxanistan, Pakistan, hin ji Komarên Rûsiyê, Îraq, Sûriye û zaf welatên dinê de, girûp û milîs û taqmên cor bi cor ên girêdayê xwe çêkirine û pirçek kirine, bi perê xelkê Îranê wan îdare dike, û her dema bixwaze bo her armancekê wan girûpane bikar tîne.

Rejîma Îslamî ya Îranê bona birêveberî û sergêrîkirin û kontirola wan girûpane jî, taya Spaha Quds a Spaha terorîst a Pastaran çêkir ku kar û me`imûriyeta wê taya Spahê, bo derveyê welat e, an ku tenê bona sergêriya wan girûpên girêdayê rejîmê li welatên cor bi cor de ye.

Rejîmê bi bikaranîna wan girûpan, her dema xwastibe di her kîdera cîhanê de teqîn kirine, bo mînak teqîna navenda fermandehiya hêzên Amarîka li Erebistanê, teqîna navenda hêzên Amerîka li Lubnanê, teqîna navenda Cihûyan li Arjantînê, teqîna Beyrûtê ku bû sedemê terora Refîq Herîrî û gelek teqînên dinê ku piştî vekolînê xuya bûye ku biryarderê sereke rejîma Îranê bûye.

Rejîmê ji rêka wan girûpên milîs ku di zaf cihan de çêkirine, her dema xwastibe alozî û nerizayetî li dijî deshilat û hikûmetên welatan lidar xistiye.

Rejîma Îranê tîmên taybetî di nava wan girûpan de perwerde kirine ku bona terora kesayetiyên siyasî yên welatan bi kar tîne, bi taybetî bona terora rêber û kesayetiyên siyasî yên dijberê xwe li derveyî welat bi kar anîne, bo mînak terorîstên ku Dr. Sadiq Şerefkendî Sekreterê PDKÎ û hevalên wî şehîd kirin, ji 6 terorîstan 5 ji wan Lubnanî û Felestînî bûn, terora Şapûr Bextiyar her xeyrî Îranî bûn û gelek mînakên dinê jî hene.

Rejîma Îranê di welatên Amerîkaya Latîn û Ewropayê de dehan û sedan kiryarên terorîstî encam dane û hemî ew welat jî gelek bi başî wê rastiyê dizanin, her niha çendîn tîm û kesên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê di zaf welatan de hatine girtin û hikimdan.

Deshilatdarên rejîmê berdewam cehd kirine ku alozî û şer û malvêraniyê bêxine nava welatên deverê ku hemî dewlet û saziyên navnetewî wê yekê baş dizanin.

Niha hinek belge hatine eşkerekirin ku rejîma Îranê dest di bûyera 11ê Sêptambra 2001an de hebûye.

Rejîma Îranê dest di çêkirin û bikaranîna girûpa terorîstî ya DAÎŞê de hebû ku bona parastina Beşar Esed û derbelêdan ji Kurdistanê û vêrankirin û jinavbirina deverên Sunniyan di Îraqê de bi kar anî.

Rejîma Îranê piştevan û teyarker û biryarderê sereke yê girûpa terorîstî ya El Qa`îdê ye û piştî êrîşa Amerîka bo ser Efxanistanê, rêber û deshilatdarên wê girûpê berdewam di Îranê de hatine xwedîkirin. Kurê Bin Ladên di Îranê de bû. Tête gotin “Eymen El Zewahirî” di Îranê de bû heya ku her li wir jî miriye, Misrî kesê duyem yê “El Qa`îd”ê heyamekê berî niha di tehranê de ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin.

Belê hemî cîhana ku îdia dike şerê terorîzmê dike, bê guman ew xalên serê hemî bi belge dest wan de hene û sedan belgên dinê li ser kar û kiryarên terorîstiya rejîma Îranê hene ku bikarin carekê bo hertim bi yekdengî bibêjin ku mak û piştevan û perwerdeker û teyarkerê terorîzma cîhanî kê ye.

Îca hekî wisa ye ne kum bidine serê xwe û ne xelkê dinê pê bixapînin.

Ew bê helwêstiya tenê tiştekê bo qurbaniyên terorîzma Îranê dide kivşê, ku wan jî berjewendî di hebûna maka terorîzmê de hene.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine