Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasina 29.emîn salvegera şehîdên Viyenê li Parîsê bi rê ve çû

13:12 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia : Nûnertiya PDKÎ li derveyî welat li goristana Pîrlaşêz merasimek bi boneya 22`ê Pûşperê bi rê ve bir.

Roja Înê 22`ê Pûşperê nûnertiya PDKÎ li derveyî welat li goristana Pîrlaşêz merasimek bi boneya 22`ê Pûşperê salvegera şehîdên Viyenê bi rê ve bir.

Di vê merasimê de, destpêkê Kek Xusrew Ebdullahî nûnerê PDKÎ li Firansayê bixêrhatina beşdaran bi zimanên Kurdî, Farsî û Firansî kir.

Piştre daxwaz ji kak Hesen Şerefî cihgirê lêpirsyarê giştî û berpirsê Navenda Siyasî ya PDKÎ kir, ku gotara xwe derheq şehîdên Viyenê pêşkêş bike.

Hesen Şerefî di axavtina xwe de ragehand :

“Ew merasima cuda ji vê ku rêzgirtin e ji şehîdan, rêzgirtin e jî, ji rêbaza azadî û pêvajoya demokrasiyê, herweha dabînkirina mafê neteweyî ê gelê Kurd e jî”.

Wî herweha got :

“Heya wê demê ku Dr. Qasimlo di Kurdistanê de, û di nava pêşmerge de bû, dijberên wî nekarîn derbê lêdin, lê mixabin li derveyî welat û li Ewropayê jî, maşîna terorîzma Komara Îslamî ew rêberê mzin şehîd kirin.

Wî hêvî xwast ku cardin aliyên bibandor di pêxema destpêkirina vekolîna ji vê dosiyeyê hewla cidî bidin.

Navbirî di dawiyê de îşare bi zindîmana fikr û hizra Qasimlo di pêwendî digel azadîxwazî, demokrasîxwazî, dadperwerî û tekoşîna di pêxema dabînbûna mafê neteweya Kurd kir, û ragehand ki PDKÎ niha li ser vê rêbazê diçe, û alaya bîr û hizra Qasimlo û xebata bikiryar di forma Rasanê de, bi wateya girêdana xebata çiya û bajar bilind ragirtiye.  

Piştre heman xalên girîng ên nava gotara Kurdî ya Hesen
Şerefî bi zimanên Farsî jî pêşkêşî beşdaran hate kirin.

Hêjayî basê ye ku berî merasimê Şerefî tacegula PDKÎ li ser mezarê Dr. Qasimlo û Kak Ebdullah Qadirîazer danî, û piştî wî nûnerên hizb û rêkxirawên Kurdî û Îranî û kesayetiyên amadebû di merasimê de, bi danîna tecegulê li ser mezarê şehîdên Viyenê rêz û emegnasiya xwe bo Dr. Qasimlo dubare kirin.

Piştî bidawîhatina merasimê li ser mezarê şehîdên Viyenê, beşdar çûne serdana mezarê şehîdên Birlînê jî, û danîna qevdên gulan peymana emegdariya digel rêbaza wan nû kirin.

 Di vê merasimê de ev hizb û aliyên siyasî beşdar bûn :

-Partiya Demokrat a Kurdistanê

-Partiay Demokrat a Pêşkevtî a Kurd li Sûriyê

-Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr

-Partiya Azadî ya Kurdistanê

-Enstîtûya Kurd li Parîsê

-Saziya Îtihada Fedayiyên Xelkê Îranê

-Hizba Çep a Îranê (Fedayiyên Xelq)

-Komîteyên hizbê li Biljîk, Almanya, Hulend, û Firansayê