Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşên nerazîbûnê yên xelkê Îranê berdewam dikin

19:00 - 1 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Di bajarê Şîraz, Guherdeşt a Kerec û Îsfehan, heta derengiya şevê bi sedema rewşa aloz ya aborî û betaliyê, meşên nerazîbûnê bi rê ve çûn, û li  hindek cihan jî şer û alozî jî li pey xwe hebûye.

Dawîn rapor û wêne û kurte vîdyo vê yekê nîşand didin ku duh li Îsfehanê meşeke nerazîbûnê a berfireh bi rê ve çû, û hevdem li Guherdeşta Kerecê jî heta êvariya roja Sêşemî meşên nerazîbûnê dom hebûn, û hêzên ewlehî û polîsên dijî terorê jî li hewla belavkirina meşên nerazîbûnê bûn.

Li gorî dawîn nûçeyên pêwendîdar, xelkê nerazî li Guherdeşta Kerec û bajarê Reştê de siloganên weke “Giranî û helawsan (tewerom, INFLATION) bellaya canê Îranê ye” gotine, û hêzên ewlehiyê yên rejîmê jî ji bo belavkirina meşên nerazîbûnê gaza rondikrêj bi kar anîne.

Meşên nerazîbûnên yên xelkê Îsfehanê gellek berfireh bibûn û xelkê li dijî siyasetên deverên yên rejîmê silogan diqîriyan, weke “dest ji Sûriyayê bikêşe, bîr ji jiyana me bike”, “top û tank, fişfişe axûnd dibe vêde here”.

Îro Çarşemî rêkevta 10`ê Gelawêjê jî li Îsfehanê meşên nerazîbûnê ji ber giranî, betalî û rewşa aloz ya aboriyê dom dikin, û xelk daxwza yekgirtîbûnê li hemberî hêzên ewlehiyê de dikin, û ev meşên nerazîbûnê di demkê de bi rê ve diçin ku, li gorî kurte vîdyoyan hêzên leşkerî û hêzên întizamî yên rejîmê amade nebûne xwe nêzîkî xelkê nerazî bikin.

Ev meşên nerazîbûnê di Îranê de, piştî bilindbûna nirxa Dolar û perê din yên biyanî li hemberî perê Tûmen de, û herwisa giranbûna buhaya zêr di bazarên vî welatî û egera destpêkirina dorpêçên aborî yên ji aliyê Amerîka û kêrnehatîbûna berpirsên rejîmê di kontrolkirina kirîzan de dest pê kiriye.

Biryar wisa ye ku sibê Pêncşemiyê di piraniya parêzgeh û bajarên Îranê de, meşên nerazîbûnên yên xelkê nerazî derheq rewşa hatî sepandin bêne lidarxistin.