Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Hayden”: Hebûna herêmeke mezin û berfireh ya Kurdan di Îraq û Sûriyê de, di diberjewendiya Tirkiyê de ye

12:23 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: “Mike Hayden” birêveberê pêşîn ê “CIA” di gotûbêjekê de, ragehandiye ku Kurdan mafê xwe heye ku di Rojhilata Navîn de sîstema xwe ya taybet di çarçoveya federalîmê de hebin.

“Mike Hayden” birêveberê pêşîn ê “CIA” di gotûbêjekê de bas ji sînorên destçêkirî ên Kurdistanê dike, û dibêje ku ew sînor ji aliyê îsti`imara rojava (mêtingeriya rojava) ve hatiye danîn, û li ser daxwaza neteweyên wê herêmê nebûye. Lewra jî ew sînor nikarin wekî xwe bimînin.

 Navbirî derheq siyaseta Amerîkayê de jî ragehandiye: Ku dibe Amerîka bizane ku sîstema pêşîn ya wan welatan nikare kêşeyan çareser bike.

Navbirî derhe şerê li dijî DAÎŞ`ê jî got ku Kurd di herêmê de dostên herî baş ên Amerîkayê ne, û eva ku Kurdan li dijî DAÎŞ`ê kir, girûpên din qet nedikarîn wekî wan bikin.

 Derheq vekişiyana Amerîka ji herêmê jî, navbirî ragehand ku derketina hêzên Amerîkayî ji herêmê karekî şaş bû ku bû sedema bihêzbûna Îran, Sûriye, û Rûsiyê.

Lê Sûriye nikare wekî berê, welatekî yek netewe be, û renge herêmek bi navê Elewîstanê jî, di Sûriyê de pêk bê.  

Derheq Şî`eyên Îraqê de jî got ku, Şî`eyên Îraqê tu carî Qumê wekî navenda Şî`egeriyê nabînin, belku navenda Şî`etiyê ya Ereban, Kerbela û Necef e.