Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pence”: Em cem xelkê Îranê sekinîne

13:25 - 7 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Cihgêrê serkomarê Amerîkayê nigeraniya xwe derheqê bikaranîna tundtîjiyê lidijî xwepêşanderan yên ji aliyê rejîma Îranê ve nîşan da.

Roja Duşemî rêkevfta 15`ê Gelawêjê, “Mike Pence” cihgêrê serkomarê Amerîkayê li “twitt”a xwe de rexne li reftarên rejîma Îranê yên li hemberî xwepêşanderan girt, û ragehand ku: “Bikaranîna tundtîjiyê ji aliyê hikûmetê ve li dijî xelkê vî welatî nayê qebûlkirin, xelkê Îranê ev mafê wan heye ku dijayetiya hikûmetê bikin ku bi milyardan pereyî xercê piştevanîkirina ji dîktatoriya hovane û terorîstan dike, ev jî di demekê de ku dengê xelkê ji bo hebûna kar, pêdana derfet û azadiyê bilind dibe, û em jî li cem xelkê Îranê sekinîne”.

Di heman rojê de, “Mike Pompeo” li “twitt”a xwe de nivîsîbû, û tekez li ser rewabûna xwepêşandanên xelkê Îranê li dijî gendelî û zilma hikûmetê kiribû û ji rejîma Îslamî ya Îranê daxwaz kir ku rêz ji mafê mirovan bigire.

Di çend hefteyên derbazbûyî de, piştî hatina xwarê a nirxa perê Îranê, û xirabbûna rewşa aborî, giranî û bilindbûna rojane ya nirxa perê biyanî û sikke, di hejmarek ji bajarên mezin yên Îranê de, xelk rjiyane ser şeqaman û nerazîbûna xwe li hemberî rewşa xirab anîne ziman, û siloganên herîfana rejîmê qîriyan, û hêzên leşkerî yên rejîmê jî bi rengekî tund xelkê xwapêşander serkut dikin.