Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîşên Şî`e yên Îraqê li dijî helwêsta Îbadî ne

19:12 - 9 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Piştî axavtinên serokwezîrê Îraqê derheqê pêbendbûna wan bi dorpêçên Amerîkayê, girûpên Şî`e yên Îraqê ku ji aliyê Îranê ve tên pêştevanîkirin, ragehandine ku ewê dorpêçên ser Îranê bişkênin.

Rojekê piştî destpêkirina dorpêçên Amerîkayê yên li ser rejîma Tehranê, girûpa “Gordanên Seyd El-Şoheda” ragehandiye: “Bi armanca şikandina dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê, ewê dest bi çalakiyan bikin.

Di daxuyaniya vê girûpê de rexne li “Heyder Îbadî” hatiye girtin, û ragehandine: “Hekî rejîma Îranê neba, niha “Heyder Îbadî” di vê postê de nedibû …. û niha Îraq li ser hewce ye ku wê qerê Îranê bide”.

 “Îbadî” roja Sêşemî 16`ê Gelawêja 1397`an, di civîneke rojnamevanî de bas ji vê kiribû, ku welatê vî pêbend bi dorpêçên Amerîkayê dibe, û berjewendiyên cîhanî yên Îraqê naxîne metirsiyê de.

Her di vê derheqê de “Hesen Salim” berpirsê “Kotleya Sadiqiyon” ku nûnerayetiya “Esaibê Ehlê Heq” di parlemana Îraqê de dike, di daxuyaniyekê de, tevî îşarekirin bi alîkariyên rejîma Îranê bi milîşên Şî`e yên vî welatî, ragehand ku:”Dewleta Îraqê qerdarê rejîma Îranê ye, û dema vê hatiye ku bersiva wan hemû qeneciyên Îranê bide”.

Hêjayî basê ye ku, piştî herifîna hikûmeta “Sedam Husên” rejîma Îranê hemû hewla xwe daye ji bo vê ku ji riya hindek girûp û milîşên girdayî xwe ve kontrola leşkerî û herwisa desthilata siyasî ya Îraqê bigire destê xwe.