Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî bi boneya azadbûna Kebûdwend peyameke pîrozbahiyê belav kir

21:28 - 14 Gulan 2017

kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi boneya azadbûna Mihemed Sidîq Kebûdwend peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê:

Peyama pîrozbahiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi boneya azadbûna birêz Kebûdwend


Bidawîanîna serbilindane ya heyama hukmê nedadperwerane û dasepayî ê 10 salan girtina avaker û têkoşerê rêkxirawa bergirî ji mafê mirovan a Kurdistanê kak Mihemed Sidîq Kebûdwend ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, û vegeriyana wî bo nav civata malbat û hezkiriyên xwe, hilgirê çendîn peyamên girîng in ku bo jêhînbûnê dibin:

1-Di tewahiya vî heyamî de, xeynî vê ku Kebûdwend di girtîgehên bednaw ên rejîmê de bûye, ku eva bixwe îşkenceyeke berdewam e, bi şêweyên curbicur ên din jî ku rejîmê tê de pisporî hebûye, di bin îşkenceya derûnî de bûye, bona vê ku ji bîrûbaweriyên xwe, ku li ser wan hate girtin, poşman be, û poşmaniya xwe jî eşkere bike, û di hemberî rejîmê de bikeve qedeman. Lê kak Kebûdwend ne tenê her pêdagir bûye li ser baweriyên xwe, belkû girtîgeh jî kiribû çepereke xebata medenî li dijî rejîma azadîkuj ya Komara Îslamî.

2-Xweragiriya Kebûdwend bo carek din jî ew peyama bo Komara Îslamî hebû ku ew nikarin bi girtin û îdamkirinê, kêşeya neteweyên mafxwaz ên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd çareser bikin, û xelkê çavtirsandî bikin bona vê ku bo bidestxistina mafên xwe xebatê nekin.

Em rêz digrin ji berxwedana têkoşer Kebûdwend xebatkarê biyavê mafê Kurd, ku bi serbilindî ve heyama hukmê xwe bi dawî anî, û di girtîgehê de jî, her dengê bilind ê mafxwaziya gelê me bû.

Di vê derheqê de, em pîrozbahiyên herî germ ên xwe li wî rêzdarî, û endamên malbata wî, û hemû girtiyên siyasî û bi giştî li hemû têkoşerên riya xebata neteweya xwe dikin.

PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî

23.02.1396
13.05.2017