Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Îro rojê di hevkêşeyên cîhanî de hisab li ser hêzê tê kir

12:47 - 7 Adar 2017

(Beşa 1)

Deqa axavtina kak Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di semînarekê de, li jêr navê Rojhilata Nû di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de

XûşK û birayên hêja!


Cardin em digihîjin bereberê kongirê,ku diyar e me hemû demekê gotiye ku kongire girîng in û herwisa jî bûye ji me re. Lê ew kongre taybet e, û cudahiyên wê digel kongireyên din ew e ku me heyama çar salên borî di rewşekê de derbaz kiriye, ku guherînkariyeke yekcar kûr û berfireh di asta cîhanî û navçeyî û heya di navxwe ya Îranê de hatiye pêş.

Kongireya me ya vê carê lewra girîng e ku em hemû bîr bikin, û bizanin ku gelo em dikarin rewta xebata xwe di asta Rojhilat de bigehînin astekê ku hevaheng be di gel wan guherînkariyên ku di Rojhilata Navîn de hatine pêş, û helbet bi berçavgirtina wan guhertinên ku di Îran û Kurdistanê de hatine pêş.

Bona vê ku ez têkevim nava naveroka behsê, ez îznê dixwazim ku detspêkê bas ji vê bikim ku em gellek caran dibihîsin, ji xelkê xwe, û welatên derekî ku li Kurdisatana Îranê de, wate li Rojhilata Kurdistanê de, tu cure liv û tevgerek nine. Di demekê de di hemû cîhanê de, guhertin hene.Kurd di hemû beşan de tekoşînê dike, lê behs heye ku di Rojhilat de tu dengek nine. Gellek caran bas ji vê dikin ku em wekî PDKÎ partiyek in bi 70 salan dîroka xwe ve, ku heyanî niha rêbertiya gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de di destên wê de bûye, û di pêxema wê de jî bi hezaran şehîdî me dane, û xelkê me aware bûye, endamên me kêmendam bûn, û xelkê me ji welatê xwe derbider bûn, û nirxeke yekcar mezin me daye. Lê tevî hemû vana jî, Kurdistana Îranê di rojevê de nine.

Gelo eva ku Kurdistana Îranê di rojeva navçe û cîhanê de nine, kêşeya wê vedigere ser rewşa cîhanê yan vedigere ser me, wekî Kurd li Rojhilata Kurdistanê yan sedemên din?

Ya ku îro em dibînin, ezmûn ew e ku di beşên din ên Kurdisatan de xebateke cidî û berdewam heye, û helbet her paerçeyek ji Kurdistanê li gora rewşa siyasî û civakî û coxrafî û navçeyî ya xwe, dema ku xebateke cidî hebe, bêguman dikeve ber behsê, û renge kesek rexne bike, yan kesek din jê razî be, lê bi her hal dikeve nav behsa hevkêşeyên navçeyî û cîhanî de. Eva ku em dibînin li bakura Kurdistan û li Rojava û li Başûr de pirsa Kurd di rojevê de ye, behsa rojê ye di nava kom û civînên biryarder ên cîhanê de, û li daxuyaniyan de,…û hwd, qise û behs li ser tê kirin û di hevkêşeyan de cihê wan yê taybetî heye.

Em gellek caran bas ji vê dikin ku PDKÎ 70 sal derbazbûyiya wê heye, em mafê mirovan diparêzin û hizbeke demokrat in, û em laîk in, û gellek taybetmendiyên din, ku hemû ew yek, cihê şanaziyê ne, û dibe wisa jî be.

Lê em dibînin ku eva bes nine, girîng ew e ku tu wekî Kurd hêz î yan ne? Eva ku îro di hevkêşeyên cîhanê de hisab li ser tê kirin, hêz e, hêza bibandor e. Dema ku tu bûyî hêzeke bibandor, hekî li ber qazanc û berjewendiya te jî nebe, navendên biryarder li cîhanê de hisabê li ser te dikin, ku wisa bû, bona vê ku Rojhgilat bibe behsa navendên biryarder, û behsa navendên navnetewyeî û navçeyî, yekem tişt ku dibe em wekî PDKÎ bîr jê bikin, ew e ku dibe em kar bikin, bona vê ku Rojhilata Kurdistanê bibe hêzeke bibandor. Ku wisa bû bibandorbûna hêzê ye ku xelkekî, yan navçeyekê yan dewletekê tîne ber bas, û di hevkêşeyan de cihekî jê re vedike.

Ew yek esleke gellek girîng e, û dibe hemû hereketeke me, xebata me, (medenî, çekdarî, dîplomasî), teşkîlatî, û hemû tişteke me di rastaya wê de be, ku Rojhilat bibe hêzeke bibandor.

Dîsan ducarî dikim ku: Di cîhana îro de girîng ew e ku tu hêzeke bibandor bî. Bo selimandina vê mijarê,. Gellek minak hene, ku hûn bi xwe rojane di nûçeyan de vê yekê dibînin. Di vê derheqê de bila ez mînakeke gellek biçûk ji we re bînim. PKK ji aliyê Amerîkayê ve wekî hêzeke terorîstî hatiye naskirin, lê PYD di Sûriyê de ku çiqeke PKK ye, dibêjê ne, ew PKK nine. Jiber ku ew li wir hêzeke bibandor e. Lewra wê dixe nava hevkêşeyên xwe de, û alîkariyan jê re dişîne. Ew yek di navçeyê din ên cîhanê de, ku beşek ji wan gellek nêzî me ne, û her bi vî awayî bi rê ve diçe.

Lewra babeta serekî bo me ku em niha berev kongireyê ve diçin, dibe em riya xwe xweş bikin, bo kongireyê, bona vê ku destê me wekî PDKÎ û wekî Kurd vekirî be, da ku bibe hêzeke bibandor.

Di vir de ew pirsa tê holê, ku gelo çi tişt in ku dibin alîkar bona vê ku Rojhilat bibe hêzeke bibandor?

Bi boçûna min yekem tişt ew e ku em cardin Rojhilatê nas bikin. Çima dibêjim Rojhilat, em nas bikin, bona vê ku em hemû yên Rojhilat in. Lê rojhilatek ku niha heye, digel 30 heya 40 salan berî niha cudahiyeke zaf heye. Bo nasîna cardin ya Rojhilatê girîng e?

Jiber ku xebata me bo Rojhiat e, xebata me li Rojhgilat e. Nab e ku tu bo civakekê xebatê bikî, lê tu wê civakê nas nekî, lewra cardin naskirina Rojhilat xaleke gellek girîng e, di heyama wan sê dehikan de, Rojhilat di hemû biyavekê de guhertin bi ser de hatiye, di warê kulturî, zanist û zanyarî, û heya di warê erdnîgarî de jî gellek guhertin bi ser de hatine, em di heyama van du salan de, ku pêşmergeyên me çûne navçê. Piraniya wan, di dema vegeriyanê de, ji me re bas kirine, heya di gundê xwe de jî, me nasyariyeke tewaw tunebûye, û gellek guhertin bi ser de hatiye!.

Ku wisa bû, dibe ku em wê Kurdistanê nas bikin. Taybetmendiyên wê Kurdisatana nû yan Rojhilata nû guhertinên hizrî û kulturî ne. Li wir nivşeke nû hatiye qadê, di xwendinê de pileyeke bilind heye, û asta zanyariyên wê zêde bûne, û destên wê digihîje ragehandinên giştî ên hemû cîhanê, û di hemû guhertinên navçê de şarezayî heye, lewra nasîna Kurdistanê girîng e ku em bikarin xebata xwe, hevaheng bikin, digel vê civakê. Hekî em nekarin vê bikin, xebata me naçe pêş, yan jî gellek bizehmet û hêdî wê here pêş, eva pirseke gellek girîng e, ku dibe berçav bê girtin, û lewra hinek tişt renge bêne pêş, ku renge bo me nehêne qebûl kirin, lê jiber ku em xebatê dikin, û li ser xebata xwe têçûya canî didin, dibe em rastiyan qebûl bikin. Rewşa jiyan, derbazkirin û pîşe û nan û ew hemû kêşeyên mezin in, ku pêsîra xelkê girtine. Xebata me dibe di vê rastayê de here pêş, û em vê rewşa jiyana xelkê berçav bigrin, bona vê ku em bikarin geşe bikin.

Komara Îslamî ya Îranê di heyama sê dehikan de, hemû hewla xwe daye, û niha jî berdewam e, ku xelkê Kurd di Kurdistana Îranê de bêdeng bike. Lê kiryara vî xelkî nîşan dide, ku xelk teslîm nabe. Li gora wan derfetên ku hene, xebat û berberêkaniyê dike, lewra rejîma Îranê be`ecandiye. Jiber ku rejîm hisaba wê ew bû ku pêşmerge di navxwe ya Kurdistanê de nine, êdî meydan vekirî ye, û bi dilê xwe wê xelkê serkut bike, û ew xelk hêdî hêdî fêr dibin û adet bi serkutkariyên vê rejîmê digrin, lê niha ji bo rejîmê eşkere bûye ku ew hesabên li ser xelkê Kurd kirine, şaş bûne. Lewra niha rejîm ji her tiştî zêdetir, ji vê hêza xelkê ditirse, û ew yek jî, livlivandina hêzê bo navxwe ya welat nîşan daye. Hekî we bala xwe dabê, ji wê demê şûnda, ku pevçûn digel pêşmergeyan hebûye, pêşmerge çûye navxwe ya welat, û heya niha jî digel de be, ew pirs bo rejîmê heye.

Niha jî rejîma Îranê berdewam e û manoran pêk tîne, û hêzên xwe dilivlivîne, û xelkê serkut dike, û pilanan dadirêje ku çawa pêşiya piştevaniay xelkê ji hêza pêşmerge bigre. Aliyekî din jî ew e ku em di biyavê siyasî de, em hemû dizanin ku xwestekên xelkê Kurd di Rojhilat de, bi taybetî, û di asta neteweya Kurd bi giştî de nahê qebûlkirin. Beşeke zêde vedigere ser vê ku di biyavê îdeolojî de, ew xwestek û daxwaziya ku me Kurdan heye, bo rejîmê mijareke girîng nine, û digel îdeolojî û siyaseta wê yek nagre. Lewra bi hemû awayekî hewl dide ku serkut bike, û heya niha jî serkutkirin, tenê riyek bûye ku ji xwe re hilbijartiye. Carna di dîroka van sê dehikan de, hawara xwe biriye ber diyalogê, û diyalog jî bi armanca serîtewandina bi Kurd bûye. Di destpêka şoreşê de, heyeta nûnertiya Kurd ku PDKÎ jî beşek bû ji wan, me dît ku Komara Îslamiya Îranê, wê demê arteşa wê ji hev belav bibû, û hikûmet taze pêk hatibû. Bona vê ku demê bi dest bîne, û hêzên xwe organîze bike, gotûbêjek dest pê kir, bo heyama nêzî salekê û piştre ku arteşa xwe amade kir, êrîş kir.

Di gotûbêja digel heyeta PDKÎ bi serokatiya şehîd Dr. Qasimlo li Viyenê derket ku armanca wan ji diyalogê ew nebûye ku lihev bikin, û mafê Kurdan yê herî kêm jî bidin. Ew yek rastiyek in, lê di pêxema wan de jî rastiyeke din gellek girîng e, û dibe ew yek li ber çavên me be, û ew jî eva bûye ku rejîma Îranê nîşan daye ku bona parastina deshilata xwe, her demekê li bin zextê de, tirsa wê li ser hebe ku hikûmeta wê diherife,serî ditewîne. Me ew yek cara yekem di şerê Îran û Îraqê de dît, û em dizanin ku diruşm didan ku wê here Îraqê bigre, û tiştên wisa. Lê dema ku gotne rejîmê, çek û cebilxaneya me nemaye, û tirsa herifîna deshilatê heye, tasa jehrê vexwar û rêkevtina agirbesê digel hikûmeta wê demê ya Îraqê îmze kir, ku bixwe nave wê danîn tasa jehrê. Ku ne di biyavê bîr û bawer û qenaetê ve bû, belkû ji rûyê neçarî ve vexwarin.

Mîankek din ew dem bû, ku derheqê mehandina Oranyomê de, 12 salan Komara Îslamiay Îranê di gotûbêj û pilandarêtinê de bû, li dijî welatên Rojavayî. Di detspêkê de gotûbêj kir, di gel wan li hev kir, û qewl dan ewan, lê piştre bi awayekî veşartî ew qewlên dayî hilweşandin, lê dema ku Rojavayiyan zanî hisar xistin ser wan.

Em hemû dizanin, ku destpêka tehrîman de digotin, eva rûpelên kaxezê ne, û bila her gemaroyan bixin ser me, lê dema ku Xamineyî têgihîşt, ku bi van gotinan nikare welat bi rê ve bibe. Kêşeya aborî gihaye asteke bilind, bi awayekî dizî û heya bi bê agehdariya Ehmedînijad ku serkomar bû, nûnerê xwe şande Emanê, û digel nûnerê Amerîkayê rûniştin, û destpêka sazan û stûxwariya xwe bi wan ragehandin, eva bû ku piştre dom kir, û ew gotûbêj jê çêbûn, ku gihan encamê, û ew encam e ku dibêjnê, Bercam. Eva encama zextekê ye ku li ser Komara Îslamî heye. Ku wisa bû, rejîma Îranê bibîne ku Rojhilata Kurdistanê bûye hêzeke bibandor, wê bi neçar guh bide me.

Helbet tenê mesela me rejîma Îranê nine, ez dibêjim hikûmeta Tehranê. Her kesek ku li Tehranê deshilatdar be. Ku wisa bû em wekî Rojhilat, dibe bibin hêz. Bo vê ku hikûmeta Tehranê, ji rûyê neçarî ve, guh bide me. Ew hêz jî dibe ku bo heyameke dirêj her wisa bimîne. Mebesta min ew e ku sibê hekî hat û em gihan emafên xwe, nabe ku em ji xelkê bê minet bin, dibe bibî hêza bibandor, bona vê ku nekarin siberojê ji qewlên ku didin poşman bibin. Garantiya me bo Rojhilat ew hêz e ku dibe di Rojhilat de hebe.

Yek ji van xalên ku Rojhilat bibe hêza bibandor û gellek girîng e, pirsa perwerdehiyê ye. Perwerdekirina Rojhilat eva ji kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ ve bigre heya digîje xelkê welatparêz û têkoşer di Rojhilat de. Ew mijar lewra girîng e ku em wekî PDKÎ berî her tiştî xwe ji vê bîrokeyê dûr bixin, ku heya niha cih girtiye ku pêşmerge hêza rizgarîder e, wate bi awayê ne rasterast me gotiye xelkê xwe, ku pala xwe bidnê û asûde bin, û emê wekî hêza pêşmerge, emê bên û we rizgar bikin.

Eva diruşmek bû ku heya niha bê encam maye. Ne li Rojhilat, belkû di hemû beşan de, ez dikarim bêjim xeynî hinek hilkewtên taybet, di hemû heyama xebata Kurd di hemû beşan de, me nebûye ku pêşmerge yan hêza çekdar a Kurd, ku Kurdistanê rizgar bike, û niha jî nikare, ew pirsa gellek girîng e, û dibe em hemû bi hev re li ser kar bikin. Bona vê ku hem em baweriyê bînin bi vê rastiyê, û hem jî di nav xelkê xwe de vê kulturê cihgir bikin, ku tenê benda wê nebin ku pêşmerge bê û wan rizgar bike. Dibe xelk bi xwe bibe xwediyê xebatê, û hevsarê xebatê bi destve bigre, dema ku hevsarê xebatê bi destve girt, û bû xwediyê xebatê, wê demê amade ye ku nirxa wê jî bide, amade ye ku di qadê de be, lê vî xelkî hewcehiya wan bi perwerdehiyê heye. Perwerdekirinek ku di teşkîlata PDKÎ de kûr dibe, û diçe nav xelkê de. Em in ku dikarin vê kulturê di nava xelkê de, cihgir bikin, ku bedela vê ku tenê pêşmerge rizgarîder be, xelk bixwe dibe rizgarîder.

Dom heye...