Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Keda Pêşmergên Spî poş cihê rêz û pêzanînê ye

12:41 - 10 Nîsan 2020

Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Gişî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq ked û cefa û xebata Kadrên Dermanî û Perestar û Duktorên ku şew û roj xizmetê dikin, daku bikarin xelkê û gelê xwe ji derdê Korona yê biparêzin, peyameke Twîtêrî li ser hisaba Tîwtêra xwe belavkir, û rêz û hurmeta xwe li hember keda Perestar û Pizişkên Rojhilata Kurdistanê da xûyakirin.

Deqê peyama Rêzdar Hicrî bi wî awayî ye:

Di çalakiya bawri bi xwebûnê de li dijî Korona yê, ew pêşmergeyên ku kincên spî li xwe dikin, ji bo parastina jiyana welatiyan di çeperên herî pêşîn yên cangorîtiyê de ne.

Pêşmergatiya we pîroz be xortên xebatkar yên welat. Rojhilat rêzê li we digire û we ji bîr nake.