Kurdistanmedia: Dewreyeke hînkirina rênivîsa zimanê Kurdî di gundê “Kanîreş” a girêdayî bajarê Bokanê de dawî pê hat.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, bi armanca parastina zimanê dayîkê ku nasnameya neteweya me, û girîngtirîn nîşaneya her çandekê ye, û me ji neteweyên din cuda dike, dewra hînkirina rênivîsa zimanê Kurdî di gundê “Kanîreş” a girêdayî bajarê Bokanê de dawî pê hat.
Mamostayên vê dewra hînkirinê bas ji vê kirine ku, yek ji şêwazên parastina ziman ew e ku dibe bibe zimanê nivîsîn û xwendinê, û her ev jî dibe sedema geşepêdan û mana wî zimanî. Bi vê sedemê jî bû ku “Navenda Çand û Hînkirina Beyan”ê ji bo berfirehkirina zêde ya ziman û wêjeya Kurdî, di gundê “Kanîreş” de, dewreyeke hînkirina rênivîsa zimanê Kurdî bi rê ve bir.
Di vê dewrê de, 12 kes ji ciwanên gundê “Kanîreş”ê hînî xwedin û nivîsîna zimanê zikmakî yê xwe bûn, û herwisa pirtûkeke Kurdî weke xelat ji aliyê “Nasir Nasirî” mamostayê zimanê Kurdî ve pêşkêşî keça jêhatî ya bi navê “Soma Xizrîmuqedem” temen 13 salî hate kirin, ku weke baştirîn û çalaktirîn xwendevana vê dewrê hatibû hilbijartin.