Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza “Xakîpoşan” (Kincgewran) di Yûnanê de hate lidarxistin

17:09 - 22 Adar 2018

Kurdistanmedia: Bi pêşdestiya endam û alîgêrên PDKÎ, rêûresmeke taybet bi “Newroza Xakîpûşan” di welatê Yûnênê de, hate lidarxistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 4`ê îvarê di burca Spî a bajarê Thessaloniki a welatê Yûnan(Greece) de, rêûresma Newrozê û sala nû a Kurdî ya bi navê “Newroza Xakîpûşan” (Gewri Pûş), bi beşdariya Kurdên her çar parçên Kurdistanê, yên ku di wî welatî de akêncî ne hate lidarxsitin.

Rêûresm bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pak ê şehîdên riya azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama pîrozbahiyê ya birêveberên vê rêûresmê hate xwendin, û di beşeke dina vê rêûresmê de peyama endamên PDKÎ bi vê boneyê ji bo kesên beşdar hate xwendin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, peyama Kurdên Kurdistana Rojavayê, yên ku di wî welatî de akincî ne di pêwendî digel Newrozê û biteybet “Newroza Xakîpoşan” hate xwendin.Ev rêûresma bi şahî û dîlan dawiyî pê hat.