Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di welatê Danmarkê de digel Wezareta Derve a wî welatî kombûnek pêk anî

16:48 - 7 Adar 2020

Nûnerê PDKÎ di welatê Danmarkê de digel Wezareta Derve a wî welatî li ser rewşa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de kombûnek pêk anî.

Roja Sêşemî, 13`ê Reşemê, nûnerê PDKÎ li welatê Danmark, “Hejar Deştî”digel Karmenda Wezareta Derve û berpirsa Karûbarê Îranê, “Kirîstîne Biyeringistrom”, kombûnek pêk anî.

Di destpêkê de, nûnerê PDKÎ baseke kurt li ser dîroka PDKÎ, çalakiyên siyasî û çekdarî, Rasan û herwisa sitratejiya PDKÎ ku Îraneke demokrat û federal e, pêşkêş kir.

Piştî wê, rohnkirinek li ser armanca kombûnê û hegerên pêwendîgirtin digel Wezareta Derve a Danmakrê, pêşkêş kir.

Armanc ji baskirina wan mijaran, gihandina dengê xelkê bêzarbûyî yê Rojhilatê Kurdistanê, bi navendên biryarder û herwisa zanyarîdan a serast û hûr derheq mafê mirov, kuştina kolberan û herwisa rewşa hepsiyên siyasî, tepeserkirina nerizayetiyan bi awayekî hovane ji aliyê rejîma Îranê ve û…hwd, bi Wezareta Derve a Danmarkê ku bikarin di kombûnên xwe yên rastexwe û yên narastexwe de digel berpirsên rejîma Îranê de, mifahê ji wan zaniyariyan verbigirin.

Piştre çendîn pirsiyar ji aliyê “Biyerîngistrom” ve derheq şêwazên çalakiyên PDKÎ û …hwd, ji nûnerê PDKÎ hatine kirin. “Krîstine”, kêfxweşiya xwe derheq wê kombûnê nîşan da û herwisa tekez kir ku, ew pir kêfxweş dibin bo vergirtina zaniyarî û amarên taybet ku di derheq rejîmê de ku ew zaniyarî û amarane ji aliyê nûnerên rejîmê têne veşartina.

Di dawiya kombûnê de, li ser kombûn û pêwendiyên zêdetir tekezî hate kirin.