Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Obama di civîna “NY” de: Îrana xwedî çeka navikî qabilî konterolê nine

13:02 - 26 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Kirîza navikî a Îranê, şerrê navxwe yê Sûriyê, nerazîtiya Bisilmanan bi fîlma “dijî îslam”ê, pirsa aşitiya Îsraîlê û Felestînê ji wan pirsên girîng ên axaftina Barak Obama di saziya “NY” de bû.


Li gor rapora “Radîo Almanya”, Barak Obama di axaftinên xwe ên di civîna korra giştî a “NY” de bi tekezkirin li ser siyaseta derve, amaje bi bernameya navikî a Îranê û papendbûn bi dîplomasiyê ji bo çareseriya wê, aloziyên zêde ên Sûriyê û hewcehiya nemana Beşar Esed di desthilatê de û hin nerazîtî û tund û tûjiyên ku li ser fîlma “dijî îslamê” di welatên îslamî de kir.
Pêdagirî li ser çareseriya dîplomatîk a birsa navikî ya Îranê


Obama di warê rewşa desthilatdariya Îranê de got: Di Îranê de em dibînin ku îdeolojîkek tud û tûj û ne cihê bersivdanê digîje kuder. Îraniyan dîrokek bi şanaz hene û pirraniya wan alîgirên aşitî û bihevrebûn û jiyana aşitiyane li kêleka hev in, lê dewleta Îranê berdewam ji rejîma dîktator a Sûriyê û piştevaniyê ji girûpên terorîstî dike.
Barak Obama car din piştevanî ji mafê Îranê ji bo bidestxistina teknolojiya aşitîxwazane a navikî kir, lê got ku “guman tune ye ku Îrana xwedî çeka navikî tiştek nabe ku bihê konterolkirin”. Di wî halî de Îran ewlehiya Îsraîl, welatên hewzeya Xelîcê û herweha ewlehiya abûriya cîhanê dixe metirsiyê û Amerîka û hevpeymanên xwe ji bo pêşgirî ji destpêre gihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî, her karek hewce be wê bikin”.
Pêdagirî li ser nemana Esed di desthilatê de

Barak Obama welatê xwe bi piştevanê hêzên guhertinxwaz da zanîn û amaje kir: Me pêşvazî ji guhertina Misrê kir, û di Lîbiyê de bi mudaxileyên nîzmaî me pêşî ji kuştina xelkê sivîl girt û niha jî bi serahet dibêjim ku hikûmeta Beşar Esed gerek bidawî were û dewranek nû li Sûriyê destpê bike. Pêşeroja wî welatî nabe di destên dîktatorekê de be ku welatiyên xwe îşkence dike û dikuje.
Bi gotina Serokkomarê Amerîka, serdemê guhertinan di gişt cîhanê de hatiye û niha Misrî, Lîbyayî û Tûnisiyan piştî çend dehsalan derfeta îmkana beşdarî di hilbijartinên azad û rikeberiyê bidest xistine û rewş ji guhertinên siyasî re berhev e.
Obama got: Demokrasî tenê di riya dengdanê de nine, û bidestxistina wê, xwederbaskirin ji riyên asteng û pirsgirêkên mezin in.