Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadî a Kurd Li Sûriyê seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir

15:17 - 31 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Partiya Azadî a Kurd li Sûriyê bi serperestiya Sekreterê Giştî yê wê partiyê seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, sersiba roja Pêncşemî berwar 30’ê Tebaxa 2012’na, “Partiya Azadî a Kurd li Sûriyê” bi serperestiya birêz “Mistefa Cumie” Sekreterê wê partiyê seredana Defterea Siyasî a PDK Îranê kir û ji aliyê heyetek Partiya Demokrat bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hatin pêşvazîkirin.
Di vê hevdîtinê de birêz “Mistefa Cumie” basek siyasî li ser rewşa Kurd û rolê “Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê” û hewlên Erteşa Azad a Sûriyê û berxwedaniya xelkê Sûriyê li hember hêzên tepeserkar ên rejîma Beşar Esed derxist holê.
Piştre birêz “Mistefa Hiucrî” basek li ser nêrînên PDK Îranê di pêwendî li gel pirsa Sûriyê û egera guhertinên siyasî di wî welatî de kir û li ser hewcehiya yekîtî û bihevrebûna hêzên siyasî ên Kurd li Sûriyê pêdagirî kir û ji piştevaniya siyasî a PDK Îranê li bizava mafxwazî a gelê Kurd li Sûriyê de pêdagirî kir.