Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îran û Partiya Demokrat a Pêşvero a Kurd a Sûriyê civiyan

15:38 - 19 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, serdana Partiya Demokrat a Pêşevro a Sûriyê kir.

Roja Şemî rêkefta 27`ê Gelawêja 1397`an (18`ê Tebaxa 2018`an), şandeke PDKÎ bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ li bajarê Silêmaniyê, serdana Partiya Demokrat a Pêşevro a Kurd a Sûriyê kir, û ji aliyê heyeteke vê partiyê bi serperestiya mamosta “Hemîd Derwêş” sekreterê giştî yê vê partiyê ve bi germî pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê civînê de, her du aliyan derheqê dawî pêşhatên deverê, bi taybet pirsa Kurd, guherîna bîr û nêrînan hate kirin, û ragehandin ku bi merema parastina berjewendiyên bilind yên neteweya Kurd, hêz û aliyên siyasî zêdetir ji caran dibe yekgirtî û yekgotar bin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, bi taybet bas ji rewşa îro a Rojava û Rojhilata Kurdistanê hate kirin, û hewcehiya karê hevpar yê hêz û aliyên siyasî yên her yek ji wan beşên Kurdistanê, li egera çêbûna her pirsgirêkeke siyasî, bi hewce dane zanîn.

Ev civîn di rewşeke dostane de, piştî derbazbûna demjimêrekê bi dawî hat.