Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Biryara serxwebûnê, biryareke dîrokî û girîng e

16:54 - 14 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDKÎ derheq biryara serxwebûna Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ derheq biryara birêvebirina referandomê li Başûra Kurdistanê


Piştî heyameke zêde bas û axavtinên derheq pêwîstiya birêvebirina referandomê û wergirtina boçûna tak bi takên neteweya Kurd di Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî ên derveyî Herêma Kurdistanê, bona diyarîkirina çarenûsa vê beşa Kurdistanê, roja Çarşemiyê 07.06.2017`an, di civîneke taybet û bi beşdariya piraniya hizb û aliyên siyasî ên Kurdistana Başûr û bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê birêz Mes`ûd Barzanî, di encamê de, bi razîbûna tewahiya beşdarbûyiyên civînê roja 25.09.2017`an bo birêvebirina referandomê diyarî kirin.

Her di vê civînê de, riya encamdana referandomê û lêjneya hewce bo vê erkê hate destnîşankirin, û bi vî awayî dawî bi çavnihêriyan hat, û referandom wekî biryara heyî (ketwar) û hewcehiyeke dîrokî mohra yekalîker lê hate dan.

PDKÎ tevî vê ku vê biryarê wekî biryareke dîrokî û pêngaveke girîng û mafeke xwezayî li pêvajoya diyarîkirina çarenûsa vê beşê ji Kurdistanê dizane, pîrozbahiyê li serokê Herêma Kurdistanê û hizb û aliyên siyasî û civatên xelkê Kurdistana Başûr dike û rêz ji îradeya xûşk û birayên xwe di vê beşa Kurdistanê de digre, pîrozbahiyê li serokê Herêma Kurdistanê û hizb û aliyên siyasî û civatên xelkê Kurdistana Başûr dike, û rêz ji vîna xûşk û birayên xwe di vê para Kurdistanê de digre, di heman demê de, hêvîxwaz e, ku tewahiya civatên xelkê Kurdistana Başûr, vê derfeta dîrokî bi dûr ji kêşeyên rêkxiraweyî, li gora hêjayiya vê pirsê, bi kar bînin, û hemû aliyek wekî erkeke neteweyî û nîştimanî handerê (palderê) beşdariya tak bi takên civakê di vê erk û wezîfeya dîrokî û çarenûssaz de bin, bona vê ku rêjeya beşdarbûyiyên referandomê û dengderên vê mijara nîştimanî li gora girîngiya biryara dîrokî be, ku çavê dost û dilsojên Kurd bi awayekî û heya neyarên Kurd jî bi awayekî din li ser e, û pêwîst e, Kurd di vê rewşê de, bo vê meremê yekdengî û yekpêngaviya xwe nîşan bide, bi awayekî ku encama rapirsiyê bi civaka cîhanî biselimîne, ku referandom îradeya hemû aliyekî û hemû takên Kurd e, û ya ku jê dikeve, xwestek û îradeya hemû neteweya Kurd di Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî ên derveyî Herêma Kurdistanê ye.

Her di vê derheqê de, PDKÎ ku referandoma ji bo diyarîkirina çarenûsê bi mafê bêgotin ê Kurd li Kurdistana Başûr de dizane, û encamdayîna wê, wekî erkeke dîrokî dadinê, daxwazê ji endam û alîgirên xwe dike, ku palpiştî û alîkarê serxistina vê biryara dîrokî û neteweyî ya xûşk û birayên xwe di Kurdistana Başûr de bin, her wekî ku hizba wan ya hezkirî, hertim piştevan û piştgirê maf û azadiyên xortên Kurd di her beşeke Kurdistanê bûye, û heye, û di her qonaxeke dîrokî de, rêz ji îrade û xwestek û hez û hêviyên wan girtiye.

Bi vê hêviyê ku referandom di Kurdistana Başûr de, bi awayekî serkevtî û bi yekgirtineke tewaw ve, wekî erkeke neteweyî û nîştimanî bi rê ve here, û encama wê jî, dabînkerê berjewendiya Kurd û maf û azadiyên wê be.

PDKÎ
Deftera Siyasî

20.03.1396
10.06.2017