Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ gelekomeya li dijî Kurd mehkûm kir

22:24 - 21 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: PDKÎ di daxuyaniyekê de, êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Kurdistana Sûriyê û navçeya Efrînê mehkûm kir.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

PDKÎ: Em gelekomeya li dijî Kurd mehkûm dikin

Hevwelatiyên Kurdistanê!

Xelkê azadîxwaz ê navçeyê!

Kom û komeleyên navdewletî!


Di van rojan de dewleta Tirkiyê piştî heyameke zaf gefxwarinan, ku bi eşkereyî radigehand ewê êrîşî ser Kurdistana Sûriyê bike, û ji navçeya Efrînê ve dest pê dike, gefên xwe xistin warê piraktîkê de, û bi çekên giran û balafir û bi topbaranê êrîşî ser Kurdistanê kir, û di vê navberê de, canê xelkê sivîl jî ketiye metrsiyê de, û bi destpêkirina êrîşa bejahiyê ya arteşa Tirkiyê jî bo ser Efrînê, egera awarebûna bi hezaran kesî heye.

Di navçeya Rojhilata Navîn de, her rojê di kuncekê de, girûpeke tundrev û terorîst serî radike, û hemû ew girûp ji Komara Îslamî ve bigre heya DAÎŞ û ên din, yekem pêngava wan êrîşkirina li ser Kurdistanê bûye, û bi armanca tunekirin û jînosayda Kurdistanê dest kirine bi êrîşa hovane, lê Kurd jî wekî hêza herî li pêşê ya li dijî terorîzmê, bedela hemû cîhanê, şer digel terorîstan kiriye.

Lê mixabin dema ku metirsiya terorîzmê kêmtir bûye, dijminên hertimî ên Kurdistanê di navçeyê, wate dewletên dagîrker ên hakim bi ser Kurdistanê di hemû beşan de, gelekome li Kurdistanê û li Kurdan kirine, û di van şeran de jî, cîhan tenê çavdêreke bêdeng bûye.

Me mînaka herî zeq û berçav di êrîşa Heşda Şe`ibî û Spaha Pasdaran a Komara Îslamî bo Kerkûkê de dît, û niha jî dewleta Tirkiyê di nava xaka welatekî din de, deshilata Kurdî qebûl nake, û êrîşî ser wê deshilatê kiriye.

Em vê êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Kurdistana Sûriyê, û navçeya Efrînê mehkûm dikin, û daxwazê ji hemû civaka navdewletî dikin, ku di hemberî vê gelekomeyê û destdirêjiyên rejîmên zal bi ser Kurdistanê de bêdeng nebin, jiber ku hekî em ji maf û azadiyên mirovî û demokratîk jî bigerin û behsê li ser nekin, lê aliyê kêm Kurd di şerê li dijî terorîzmê de, hevalbendê cîhana azad bûye.

PDKÎ
Deftera Siyasî

01.11.1396
21.01. 2018