Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ li ber vê serbilind e, ku rêbaza Pêşewa didomîne

14:12 - 6 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya 10`ê Xakelêweyê roja şehîdên Kurdisatanê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya 70`emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed

Roja 10`ê Xakelêweya îsal (1396)`an, 70 sal bi ser şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed serokê Komara Kurdistanê re derbaz dibe, Pêşewayek ku bingehdanerê PDKÎ û avakerê yekem kiyana Kurdî li awayê Komarî di beşek ji Kurdistana Rojhilata de bû, du diyarde ku di pvajoya xebata Kurd bo gihîştina bi hêviyên xwe de, girîng û xala werçerxana dîrokî a Kurd bûn ber bi serhildan û serdemîbûnê ve.

Qazî Mihemed kurê Qazî Elî di sala 1279`an de (1900 a Zayînî) li bajarê Mehabadê de, di nava malbateke Kurdperwer û xwedîçand de ji dayîk bû, û di temenê 7 saliyê de, xwendin û fêrbûnê dest pê dike, û li gora çûna serê a temenê xwe, pileyên xwendinê jî, di warê zanistên cur bi cur de, dibirre, û her di temenê ciwaniyê de, ji bilî zimanê Farsî di zimanên Erebî, Îngilîzî û Rûsî de jî, şarezayiyê bi dest tîne. Her lewra jî piştî koça dawiyê a bavê xwe, dibe Qazî di bajarê Mehabadê de, û di vê erk û wezîfeya xwe de, bi awayekî dadperwerane, reftarê dike ku ew yek dibe cihê baweriya bi wî di nava civatên xelkê de. Ew nav û navdarbûn demekê geşe kir, û zêdetir vegeşiya, ku serokatiya îdareya çand a niha, û ewqafê girte stûyê xwe, û di girîngîdana bi karûbarên civakî û handana xelkê bo aliyê zanist û xwendin û fêrbûnê bi hemû hêza xwe tekoşîn kir.

Ji taybetmendiyên herî bilind ên Pêşewa bihêzbûna bîra azadîxwaziyê û welatparêziyê û Kurdperweriyê bû ku ew yek tevlî bangewaza bo rizgariya neteweya Kurd û rêzdanîn bo mafên mirovan bû.

Her ew hest û baweriya jî ew hay (han) da, ku endametiya Komeleya J-K ku di 25`ê Gelawêja sala 1321`an de, hatibû avakirin, qebûl bike, û wê vegeşîne, û piştî sê salan avakirina wê li ser bingeha teşkîlatî ya vê rêkxirawê, bi navek û bi nawerokeke serdemiyanetir û demokratîtir PDKÎ di 25`ê Gelawêja sala 1325`an de ava bike.

Her ji wir ve, û li ser bingeha baweriyên PDKÎ û bi hewla rêbertiya vê hizbê û bi mifahwergirtina ji derfeta dîrokî ya serdema şerê duyem ê cîhanî û rewşa taybetî li beşek ji Kurdisatana Rojhilata, pêngav ber bi bidestveanîna hêviyên Kurd û armancên xwe hilgirt, û di 2`ê Rêbendana sala 1324`an de, yekem hikûmeta Kurdî di forma Komarî de ragehand, û wekî Pêşewayê Kurd û Komarê hate binavkirin. Êdî ji vir ve nave J-K û PDKÎ û Komara Kurdistanê û Pêşewa tîkelî hev bûn.

Deskevtên Komara Kurdistanê bo neteweya Kurd ew jî di heyama tenê 11 mehên vê Komarê de, ew qas girîng û binirx bûn, ku dîroka Kurd û mirovahiyê, şanaziyê bi wan dike, û huner û jêhatîbûna Pêşewa Qazî Mihemed di bidestveanîna wan de, di civaka Kurdewarî de, 70 salî berî niha nîşan da, ku çawa kariye ewlehî û pêkanîna rewşa pirr ji tebahiyê di civaka eşîretî ya pirr ji cudahî de, desteber bike, û hemûyan jî di bin alaya Kurdistanê û di pêxema armanca Kurd de kom bike.

Komara Kurdistanê wekî deshilateke demokratîk a Kurdî di navçeyeke paşvemayî ya wê serdemê de, û dijberiya welatên navçeyê, digel wê komara sawa û berberekaniya zilhêzên wê demê, di çarçovea berjewendiyên xwe de, derfeta domandina temenê vê komarê nedanê, û pîlanên dariştî bo canemergkirina wê, bi riya hêza leşkerî a rejîma paşatiyê di Îranê de, bi rê ve çû.

Piştî jinavbirina Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Mihemedhusên Xanê Seyfî Qazî û Ebulqasim Serdrê Qazî li sibehiya roja 10`ê Xakelêweya 1326`an, li bajarê Mehabadê, li qada Çarçira cihê ragehandina Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin, û hatin şehîdkirin. Piştre jî desteyeke din ji berpirsyarên Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin, diyare pêş wan îdaman, hejmarek ji karbidestên PDKÎ û Komarê jî hatibûn girtin.

Bi vî rengî temenê Komara Kurdistanê mixabin, dawî pê hate anîn, lê ya ku ji Komarê û Pêşewa bi cih ma, PDKÎ û armancên Komara Kurdistanê û sembolên wan wekî sirûda neteweyî ya Ey Reqîb, navê Pêşmerge û alaya Kurdistranê bûn, ku îrorojê ne tenê her li Kurdistana Rojhgilat, belkû di hemû parçeyên Kurdistanê de, remza neteweyî ya Kurd in, û pîroziya xwe parastine, bi taybetî ku alaya Komarê bi awayekî fermî di parçeyeke rizgarkirî de, pêlan dide, û pêşmerge bi canghorîtiya xwe di hemberî dagîrkar û terorîstên dewletî û nadewletî de, navdarbûneke cîhanî bi dest xistine, û sirûda Ey Reqîb di boneyên resmî de, tê gotin. Hizba Pêşewa jî piştî 70 salan tekoşîn û qurbanîdan, di pêxema bidestveanîna deskevtên Komara Kurdistanê û dabînbûna maf û azadiyên Kurd de xebat û tekoşîn li dijî deshilata Tehranê, deshilatek ku li dijî demokrasî û mafê mirovan, mafê neteweyî û yeksaniya jin û mêran, û neteba digel riha serdem de ye, û di pêvajoya xebata nû de, ji hemû şêwazên rewa ên wê xebatê mifahê werdigre, forma niha ya vê xebatê di Rasana Rojhilat de xwe dibîne, ku di du salên borî de, di pêxema pêkvegirêdana xebata çiya û bajar hate holê, û dilgermî û hêviyeke nû da civatên xelkê Kurdisatana Rojhilat, û moral û hêzeke nû di têkoşerên Demokrat de pêk aniye.

Lewra PDKÎ wekî yadgareke Pêşewa û avakrerê Komara Kurdistanê bi serbilindî ve, li rêbaza Pêşewa de pêngavan hildigre, û bi hebûna riha xwe rêkxistina digel serdem û guherînkariyan, bona bidestxistina armancên Komara Kurdistanê, di nava tekoşînê de ye, û bêguman nirxa vê xebatê jî herçend giran be, bi fedakariya tekoşerên wê, û heta xwegorîkirina wan cîbicî dike.

Di 70`emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed de, ya ku pêywendiya wê bi rewşa Kurd bi giştî ve heye, ew e ku xebata Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de, hevdem di holê de ye, û Kurd wekî neteweyeke ji maf û azadiyê bêparkirî, di bîrûraya giştî a cîhanê de, berevajiyê eva ku dijmin bi nerewa û nerast dabûn nasandin, niha bi awayekî rewa û rast, demokratbûn, û aştîxwazî û pêkkirin û bawermendbûna bi mafê mirovan selimandiye, û bi xebat û taybetmendiyên mirovî ve, cih û pêgeheke taybetî di bîr û raya giştî a cîhanê de bo xwe desteber kiriye.

Di 70`emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed pêşewayê Kurd û Komarê, wekî hizba yadigara Pêşewa carek din em pêdagirî dikin li ser armancên neteweyî ên wî, û berdewamiya xebatê heya serkevtinê hêvî dikin, û bi piştevaniya berfireh ya têkoşerên neteweyî ên Kurd û siyaseta rast û fedakariya têkoşerên Demokrat em piştqahîm in, û bi vî rengî riha pak ya Pêşewa û hemû şehîdên Kurdistanê şad û razî bikin.

Riha Pêşewayê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê şad be

Rêbaza wan pirr rêvîng be

Em hêvî dikin ku Kurd serkeve, û bigihîje armancên xwe

PDKÎ
Deftera Siyasî

8`ê Xakelêweya sala 1396
28`ê Adara 2017