Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêngavek girîng

15:41 - 1 Nîsan 2013

Azadkirina 8 dîlên Turkiyê ji aliyê PKK’ê ve bê şert û merc li pêşberî ragihandinên cîhanê di roja 13’ê Adarê de dengvedanek mezin di asta cîhanê de çêkir û bi taybetî rojeva siyasî a Turkiyê dagirt.

Kiryarek ku weke gavek girîng û dîrokî di alîkarîdana bi pêvajoya nûdestpêkirî re tê hesibandin. Pêvajoyek ku berevajî danûstanên berê hin tovê hêviyê di dilê evîndar û hezkiriyên aştî û azadiyê de çandiye û nîşan dide ku aliyê hemberî kurdan jî çi bi zanebûn û lojîk ve û çi jî bi cebra zeman re neçar maye ku vê pirsgirêkê çareser bike.
Raste ku carê nekariye nîgeranî û tirsa kurdan ji dek û dolab û siyasetên xapandinê verevîne, lê ya girîng ew e ku ev gav tê wateya destek dayîna bi pêvajoyê û ji aliyek din ve jî karek tam mirovî ye û niyetpakî û aştîxwazbûna kurdan û heza wan a zêde bi azadî û wekheviya maf di Turkiyê de derdixe holê.

Hez û xwastek ku heya niha hezîneyek zêde jêre dane, lê ji hewildanên jêre nesekinîne.
Serbest berdana wan dîlan piştî wan hevdîtinan tê ku vê dawiyê li navbera birêz Ocalan, serokê girtî ê Partiya Karkerên Kurdistanê bi şandeyên BDP’re hatiye encamdayîn û ew yek weke bersivek erênî bi xwast û nexşeriya wî tê dîtin.

Ji ber ku şandeya sêyemîn bo çûyîna Îmraliyê jî di rojevê de ye û herweha qerare ku Ocalan jî bi deng û reng li van rojên tê de bi munasibeta Newrozê peyamekê bide û tê payîn ku daxwaza agirbendê ji her du aliyan bi taybetî PKK’ê bike. Bêguman bêdengkirina çekan û û rawestandina şer û operasiyonan jî dikare lezatî û alîkariyek baş bide pêvajoyê.


Ew destpêşxeriya aştiyane a PKK’ê nabe ji aliyê dewlet û hikûmetê ve bê bersiv bimîne û bona wê ku cidiyet û semîmiyeta xwe zêde nîşan bidin dibe gavek hevşêwe bona pêşvebrina pêvajoyê bavêjin. Her weke Ehmed Turk, siyasetvan û hevserokê KCD anî ziman, aliyê kêm wan parlemantar, şaredar û girtiyên siyasî ên kurd ku li çarçoveya doza KCK’ê de hatine zîndanîkirin serbest berde. Ji ber ku ew bingehek yasayî ji bona girtina wan nabînin, belkî tenê givaştina tevgera kurd li Kurdistana bakûr dibînin.

Lewma çawa raya giştî û bi taybet malbatên wan girtiyan bi azadbûna xortên xwe dilşa bûn, bi heman awayî kurd û malbatên girtiyên kurd jî vê dilşa û hêvîdar bibin.

Bêguman ev gava han dikare hevdem li gel ragihandina agirbendê ji aliyê her du aliyan ve bibe hêvênê hêvîdariya zêdetr bi pêvajoya aştiyê û serketina gav bi gave wê heya çareseriya pirsa kurd.
Lewma hewce dike her du alî jî pir bi baldarî, hestiyarî û berpirsatî ve tev bigerin û nekewin dawika şerxwaz û neyarên aştiyê ku jêre di boseyê de ne.