Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerdeya bi zimanê Kurdî di yasaya bingehî a Turkiyê de hat redkirin

20:19 - 24 Îlon 2012

Moitesem Nûranî

serbarê xebata dûr û dirêj ya xortên gelê Kurd li Kurdistana Turkiyê de, heya niha xelkê Bakûrê Kurdistanê ji mafên xwe ên netewî bêpar in, û serberê vê yekê jî, wek netewe bi awayek fermî haşa ji hebûna wan hatibû kirin û di çanda hikûmeta Turkiyê de Kurd bi Turkên çiyayî dihatin nasîn. Sala 1983’an, di serdemê deshilata Jeneralan de, yasayek di parlementoya Turkiyê de hat pejirandin û li gor vê yasayê, bikaranîna ziman û peyvên kurdî bi tawan tê hejmartin, û cezayek yasayî jêre hat diyarkirin. Eva di demekê de ye ku ne di Welatê Turkiyê de, û ne jî di welatên din ên ku Kurd têde dijîn, bikaranîna zimanên biyanî bi tawan nehatiye nasandin û ceza pêre nehatiye diyarîkirin.

Tund û tîjî û siyaseta haşa û înkarkirina gelê Kurd li Turkiyê de, xortên xebatkar ên kurd ji xebata ji bo bidestveanîna mafên wan ên rewa bêhêvî nekir. Xebata nevestiyayî û berdewam a şoreşvanên gelê Kurd li çiya, girtîgeh, şeqam û parlementoyê de, ji aliyekê û pêşveçûna pêvajoya demokratîzasyonê ji aliyê din ve, bandor xist ser siyaseta fermî a karbidestên Turkiyê û neçar man ku hinek ji siyaseta xwe a têkel bi tund û tîjî û dûr ji her cur lojîk û mentiqekê paşekêşê bikin.

Siyaseta şovînîstiya Komara Turkiyê li hember Kurdan di heyamên derbazbûyî de di gel guhertinê berbirû bû. Sala derbazbûyî di Rojnameya Taymz de gotarek hatibû nivîsandin ku, di sala 1991’an de, dema ku Leyla Zana di hilbijartinên parlementoyê de bi ser ket, seba vê ku sûnda xwe bi zimanê Kurdî xwar, û bi zimanê Kurdî axaft, ji aliyê dadgeha Turkiyê ve bi 10 sal hebsê hat mehkûmkirin. Lê niha dewleta Tirkan biryara qedexebûna zimanê Kurdî hildiveşîne û piştî heftiyekê, biryara han weke gelaleyekê diçe parlementoyê û li dor riftara digel gelê Kurd, Tirkan guhertinên zaf bi ser kiryar û riftarên xwe de anîne. Niha Kurd dikarin bi Kurdî biaxifin û guh bidin mozîka Kurdî û li filîmên Kurdî binêrin, kanala TRT6 bi zimanê Kurdî pirogramên xwe diweşîne.

Eve jî vedigere ser xebat û fîdakariya xortên Kurd, jiber ku Kurdên Turkiyê her di serdemê Şêx Seîdê Pîran, Dr. Foad, Şoreşa Ararat û Şoreşa Dêrsîm û herweha di xebata xwe ya nû de jî, ku PKK gelek bi xortî di qada xebata Bakûrê kurdistanê de heye, bandor xistine ser rejîma Turkiyê, û di pêşerojê de jî de, kurd wê li ser gehiştin bi armancên xwe ên netewî berdewam bimînin.
Li gor nûçeyan, Komîsyona Guhertin û Hemwarkirina yasaya bingehîn a Turkiyê, roja 12 Septambrê li Parlementoya wî welatî de, bi amadebûna nûnerên çar partiyên siyasî, civîna xwe ya fermî lidar xistin. Di vê civînê de nûnerê BDP’ê, pêşniyara parta xwe li ser danan û guncandina madeya mafê perwerde bi zimanê zikmakî di yasaya bingehîn ya Turkiyê de, pêşkêşî komisyonê kir. Ev madeya han bi vî awayî bû; yasa û mafê perwerdê bo tewahiya zarok û qutabiyên Turkiyê wekhev be û mafê her zarokek Turkiyê hebe ku cuda ji zimanê Turkî, bi zimanê xwe ê zikmakî jî perwerdê bibîne.

Nûnerên sê partên AKP, CHP û MHP bi redkirina vê, rêgir bûn li ser danana madeya han di yasaya bingehîn ya Turkiyê de. Herweha Altan Tan nûnerê Amedê ku endamê Komisyona navbirî ye, ragehand ku pêşniyara me hatiye tomarkirin û biryar hatiye dan ku civîna dahatî a heftiyê, li ser mijara ziman li Turkiyê de be.

Herçend partiya deshilatdar û hevpeymanên wê, avakirina derseke dilxwazî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hikumeta Turkiyê ve, wek pêngavek girîng û erênî bo çareseriya pirsa Kurd dinirxîne, lê Kurd dibêjin ku li cihê dersek du demjimêrî, li tewahiya xwendegehên kurdistana Bakûr de, dersxwanên Kurd divêt bi zimanê Kurdî biaxvin. Kurd dixwazin li tewahiya qonaxên xwendinê de, qutabiyên Kurd li baxçê zarokan ve bigre heya digîje zanîngeh û xwendinên bilin jî, ji zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê mifahê wergirin, û dewlet jî, dibe tewahiya pêwîstiyên xwendinê li hemû xwendegehekê de dabîn bike, û hêsankarî bo dersxwanên Kurd bihê kirin û zarokên kurd bo xwendina bi zimanê Kurdî bihên handan.