Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerdeyek nehadînekirî yan senaryoyek darêtî?

20:55 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Selîm Zencîrî


W usa dixuye ku stêrka bextê rejîmê li vî midehî de ne tenê li biyava siyasî de, belkî li warên din de jî rû ji lawazî û tarîtiyê kiriye û roj nine ku li kuncek ji vê cîhana pan û berîn de kumpilo, şermezarî, bêexlaqî û hovêtiyek berpirs û dîplomatên rejîmê eşkere nebe û perde li ser cînayetên wan nehê hildan.

Rejîmek ku nûçeyên bêexlaqî, hîzî û ‘’zarok bazî’’ a rayedarên wê li welatên cur bi cur ên cîhanê bi taybetî vê dawiyê li welatê Almanê de bûye rojev û pêxorek bo medya û ragihandinên giştî, li kemala bêedebî û li ewperê bêşermiyê de serbarê veşartina wan nûçeyan, ew bêexlaqî bi pîlana dezgehên sîxorî ên rojava û herweha bi ‘’cudahiya ferhengî’’di nav kir.

Belê eva ye peyam û rîsaleta rejîmekê ku 33 salin xwe li pişt rûbenda dîn, îman û dadperweriyê de veşartiye û îdeaya birêveberiya cîhanê û nûneratiya xwedê li ser erdî dike. Rejîmek ku ji seytere û pirsgeha îdeolojîkî a xwe ve bi dehan diyardeyên xirab û malwêranker xişandine nav civakê û bi organîze û sîstimatîk kirina wan ku bûne bi beşek neveqetyayî ji siyasetên wan, rewatî û meşûriyetê dide karên nemirovî û nerewa ên xwe.

Rejîmek ku em dibînin jiyan ji keç û jinên Îranê tal û herimandiye û bi hêceta ‘’bê hicabiyê’’ her roj sivikatî û bêrêziyê bi wan dike, digre û li nav girtîgehên sedsalên navîn de bi fermana Weliyê Feqîh destdirêjiyê dike ser wan. Yan eva ku bi tawana pêwendiyên cinsî ( bi hesaba xwe berevajî yasayên şeri’) cezaya lawan û hevwelatiyên Îranê dide û gelek kiryarên hovane û dûr ji pirensîpên mirovahiyê weke kewirbaran, Îdam, birrîna endamên leş û ...htd li dijî wan encam dide, lê niha derdikewe ku bi xwe çawan li nav deryaya bêexlaqî û cinayetan de niqum bûye û berpirsên wê her roj zêdetir naveroka dijî mirovî hov a wê bo cîhanê eşkere dikin.

Rejîmek ku berpirsên nesaxe wê, ji destdirêjiya cinsî weke alava nehadînekirî a serkutê bona pêşvebirina siyasetên xwe li dijî keçan, jinan, lawan û cudabîrên welatê me mifahê distîne, heyameke ku sînorê fesada exlaqî, hovêtî û bêrehmî a wan Îran jî derbas kiriye û pêsîr û berçêla zarokên bêguneh ên welatên din jî girtiye û bi vî kar, kiryar û siyasetê, serbarê nîşandana rûçikê rastîn ê xwe ku mizgînîderê tarîtî, mezhera cînayet û zordariyê û îlhamderê fesad, dizî û destdirêjiyê ye, keramet û kesatiya xelkê Îranê û nemaze ayîna pîroz a Îslamê jî birine bin pirsiyarê.

Lewre pasawdan yan hewildan bona veşartina wan cure bêrêziyan, tekoşînek bêsûd e û êdî çi din nikare dest bi ser kilawê ba birî ê rejîmekê debihê girtin ku li bin e’bayê rêber û şaşika melayan û hikûmeta îslamiye wan de, bêexlaqî, cinayet û zordarî hawarê dike û her sînorek bezandiye.