Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşewayê Kurdan canê xwe goriyê neteweya xwe kir

14:58 - 9 Nîsan 2013

Arif Vêlzî

Ezmûna Komara Kurdistanê bi rêberiya Partiya Demokrat û Pêşewayê Kurdan Qazî Mihemed, yekemîn kiyana Kurdan di şiklê Komariyê de bû ku di rojhelata navîn de kêm wêne bû.

Mixabin tenê piştî 11 heyvan zext û gîvaşên welatên xwedî hêz weke Rûsiya, Amerîka, Berîtanyayê ku Îran kiribûn qada rikaberiyên xwe ên siyasî, leşkirî û aborî, û herweha satûsewdayên civaka navnetewî bona parastina berjerwendiyên xwe ên hevbeş, bûne sedema vê yekê ku desthelata Pehlewî û Mosko li ser petrola Bakûrê Îranê li hember piştewanînekirina ji Komarên Kurdistan û Azerbayicanê lihevhatinekê pêk bînin û bi vî awayî artêşa rejîma paşatiyê karî di 26’ê Semaweza sala 1325’ê de davî bi temenê Komarê bîne.

Lê ewa ku cihê hûrbînî û balkişandinê ye, biryara Pêşewa Qazî Mihemd di dema jinavçûna Komara Kurdistanê de ye, jiber ku Qazî Mihemed bi li berçavgirtina nebûna balansa leşkirî di navbera Komara Kurdistan û rejîma Pehlewî de û herweha bi li berçavgirtina herifandina Komara Azerbaycanê û kuştara bêrehmane ya Azeriyan li bajarê Tewrêzê ji aliyekê, û ji aliyê din jî bona bi cih gehandina soz û sondên xwe ên ku di dema ragehandina Komara Kurdistanê de li hember xelkê xwe de dabûn, biryar da ku bona rêgirtin ji rijandina xwîna Kurdan, bi xwe û birayê wî Seyfî Qazî nûnerê xelkê bajarê Mihabadê li Meclisa Milî û herweha kurmamê xwe Mihemed Hisênxan ê Seyfî Qazî wezîrê şer ê Komara Kurdistanê, heya daviya jiyana xwe di nava xelkê xwe de bimînin.

Ev biryara fîdakarane ya dîrokî a Pêşewa Qazî Mihemd bû sedema vê ku rejîma bêbext a Pehlewî di dadgehek fermayişî de, Pêşewa û du hevalên wî bi îdamê mehkûm bike û mixabin di 10’ê Xakelêweya sala 1326’an de, li qada Çarçira ya bajarê Mihabdê û li cihê ragehandina Komara Kurdistanê, hukimê îdamê tê birêvebirin û cardin dîrok ducarî bû û sê xweşmêr û rêberên Kurdan hatin bi darvekirin.

Pêşewa Qazî Mihemed gellek cesûrane canê xwe di pêxema azadiya gel û nîştimana xwe de gorî kir û bi cangorîtiya xwe pêpikên deshilatdariya Pehlewî lerizand û bi vî awayî bû sembola mafxwaziya Krdan û dersa berxwedan û berdewamiya xebatê heya gehiştin bi serbestî û rizgarî ji binbdestiyê, di qutabxaneya Demokratê de cihgîr kir.
Bi awayekî ku niha jî piştî derbazbûna 66 sal bi ser vê karesata pir ji îxanet de, hêj nav û berxwedaniya Qazî Mihemed stêrka ronîderê rêya xebata her Kurdek welatparêz e û herweha PDK Îranê jî weke partiya Pêşewa û pêşrewê xelkê Kurdistanê nehêlaye ku agirê xebata siyasî û mafxwazaneya gelê Kurd ku bi destên pîroz ên Qazî Mihemed ve hatiye hilkirin, bê temirandin.

Lewra PDK Îranê jî bona rêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê bi xasmanî fîdakariya serkarvanê şehîdan Pêşewa Qazî Mihemed, di biryarek dîrokî de, roja 10’ê Xakelêwê weke roja şehîdên Kurdistanê diyarî kiriye û bi vê hincetê her sal bona bicihanîna emegnasî û nûkirina peymana domandina rêya wan a pîroz, rêûresmên curbicur bi rêvedibe û hêvîdare ku rojekê li her çar aliyên Kurdistanê de ev roj weke roja şehîdên Kurdistanê bê diyarîkirin.