Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnivêjê bajarê Pawê carek din bêhirmetî bi hevwelatiyên vê bajar kir + fayîla deng

21:32 - 11 Adar 2013

Kurdistanmedia: Mela Qadir Qadirî li gotara roja Înê de xelkê bajarê Pawê bi du giropên “Bêkar, kîn li dil” û “Mifte xor û Xufaşî Daxilî” li qelem da.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmeida, Mela Qadir Qadrî nûnerê “Weliyê Feqîh” got: Demeke ji aliyê medyayên Kurdî êrişên ber bilav li ser min tê kirin û min bi “Caş û Xwefiruş”ê rejîma komara Îslamî a Îranê li qelem didin û eşkere kir, “ez xwe bi yek ji endamên rejîma komara Îslamî dizanim û haşa li vê nakim”.

Bêhirmetiya Mela Qadir

Roja 15’ê Çileya Paşîn a 2013’an, li rê û resma serxweşiya Mam Elî Rehmanî kesayetiyê naskirî ê devera Hewraman, hejimarek ji çalakvanên koltorî û çandî yên bajarê Pawê gotarek li jêr navê “Peyvek bo serxweşiyê” nivîsandibûn û di rê û resmê de xwandin.

Her di vê pêywendiyê de mela Qadir Qadirî li dema çuna rê û resma serxweşiya kesayetiyê navbirî, peyama wan çalakvanan bi dijî ol û qeşmerî li qelem da.
Pêşnivêjê Pawê serbarî bêhurmetî kirin bi peyamê, gotiye: hevceye zext û givaş bêxine ser çalakvanên koltorî û ev kesên ku ev peyame nivîsandine û bi tundî lêpirsînê ji wan bihê kirin.

Paşî vê êrişê Pêşnivêjê bajarê Pawê, li berwar 4’ê Adar a 2013’an heya niha 20 kes li çalakvanên koltorî û çandî, ji aliyê nawenda ewlehiya bajarê Pawê hatine girtin.

Di nav van girtiya ne de hejmarek hevwelatiyê kasib û bazarî bi çav dikevin.
Navên ev kesên ku li bajarê Pawê hatine girtin “Qanê Hatemî, Mihemed Nûgarî, babek Ebasî, Mutesem Şafieî, Cehanbexş Ehmedî, Bextiyar Resûlî, Muxtar Ehmedî, Setar Ehmedî, Kêyhan Ezîzî, Davûd Xefarî, Yasir Kakayî, Ferdîn Resûlî, Bextiyar Kakayî û Goran Behramî”.

Fayîla dengê axavtinên Mela Qadir Qadirî