Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiya di navbera Îran û Amerîka

04:32 - 12 Tebax 2013

N: Tomas Îrdbirînk

W: Mo’tesem Nûranî

Tehran - Rêberê payebilind ê Îranê Elî Xamineyî aveke sar bi ser hemû wan hewl û tekoşînên wan dawiyane de dakir ku bona cardin destpêkirina pêwendiyên dîplomasî di navbera Îran û Amerîkayê hatibûn dan. Wî got ku bona vê ku li gotûbêjan deem bigîjin lihevhatinekê ez ne geşbîn im, herçend li ser mijarên giring wek kêşeya programa navikî û aloziyên Sûriyê gotûbêj ret nekir.
Roja Yekşemiyê di civînekê de ku bi boneya bidawîhatina dewreya serkomariya Ehmedînijad û kabîneya wî pêk hatibû, Xamineyî ragehand ku ez li ser vê baweriyê ninin ku gotûbêja rasterast li gel Amerîka encamek baş li pey xwe hebe. Herweha got ku Amerîkayî cihê baweriyê nînin. Gotinên wan naçe mejiyê m irov de û di reftarên xwe de rast nînin. Dîtingehên wî li ser Amerîkayê li ser bingeha gotûbêjên pêşîn e, jiber ku ew li ser vê baweriyê bû ku gotin û kiryarên wan ne wek yek e. Ew firt û fêlan dikin, wek wan kêşeyên ku li Îraqê de bi cih hêlane.
Hesen Ruhanî serkomarê hilbijartî ku roja 13’ê Gelawêjê li Îranê de deshilata serkomariyê bidestve girt, li dema rikeberiya hilbijartina serkomariyê de gellek pasaw anîn ku heke bibe serkomar, hem di navxwe û hem jî di siyaseta derve de wê guherînkariyan pêk bîne. Wî got weha baş bû ku di gel “serokê Gund” axavtin kiriba. Merema wî ew bû ku em giringiyê bidne gotûbêja rasterast bi Amerîkayê re. Di cihê gotûbêja bi Ewropiyan re, em bi Amerîkayê re bikevin nav gotûbêjan de. Di rêûresma sondxwarin û dest bi kar bûna Rûhanî cuda ji Amerîka û Îsraîl hemû welatên cîhanê hatibûn bangkirin.
Du hefteyan berî niha 131 endamên kongirêsa Amerîkayê nameyek îmze kirin ku ew name bi nûnertiya Çarlî Dênt Komarîxwaz û nûnerê Pênsêlwaniya û Deyvîd Ey Pirays yê Demokrat û nûnerê Karolînaya Bakûr hatibû nivîsandin, ku dane serok Obama. Di vê nameyê de Obama hay dabûn ku niha Rûhanî bûye serkomarê ranê û ew rewş baş e ku vê derfetê ji dest nede û ji riya gotûbêjan ve kêşeyan bi Îranê re çareser bike. Herçend beşek zêde ji endamên kongrêsê li ser vê baweriyê ne ku divêt dorpêç û tehrîmên li ser Îranê zêde bin da ku karbidestên wî welatî guh bidin rewşa aloz ya abaorî ya Îranê û dest ji progerama navikî hilgirin. Her ew yek jî bû sedema vê ku li hefteya borî de kongrêsa Amerîkayê gelaleyek nû ya tehrîmên bi dijî Îranê pesend kir ku wek yek ji tehrîmên herî tund tên hesibandin heke ji aliyê Senaya vî welatî û Obama ve bêne îmzekirin. Lê gelo Xamineyî ku biryra dawiyê di destê wî de ye got ku Amerîkayî ji aliyekê ve bas ji dostatiya bi xelkê Îranê re dikin, û ji aliyek din ve dest kirine bi gemaroyên berfireh ên bankî û neftî li ser Îranê, û tevî wan hemû kiryarên dijminkarane pêdagir e li ser vê ku nabe dijmintiya wan bihê kirin.
Hemîdriza Tereqî çalakvanê siyasî ê nêzîk bi Xamineyî bas ji tehrîmên aborî kir ku ji aliyê Amerîkayê ve bi ser Îranê de hatine sepandin û got: “Nivîsîna nameyekê ji aliyê kongirêsa Amerîkayê ve bo serokê vî welatî bi tenê bes nîne, ew bo nîşandana niyetpakiyê divêt tehrîman hilgirin, ku ew yek dikare çiraya kesk ya rastîn be bona bidawîanîna kêşeyan”.
Xamineyî û derdorên wî û alîgirên wî gellek caran xwazyarê vê yekê bûn ku Amerîka bona nîşandana niyetpakiyê dest bike bi nehêştina tehrîmên aborî û tola wan hemû ziraran veke ku gehandiye Îranê, û şaşiyên xwe ên dîrokî qebûl bike, wek derbeya endazyarîkirî ji aliyê Amerîkayiyan li sala 1953’an de, û xistna balafireke medenî a Îranê li sala 1988’an de. Kesên nêzî wan gotin ku Xamineyî li sala 1989’an de bûye rêberê paye bilind ê Îranê û rê bi wî hatiye dan li ser hinek ji lihevhatinên veşartî û aborî gotûbêj bê kirin, ku piştgirî û zanyarî dan bi bereya şerê dijî Taliban bû di sala 2001’an de Amerîka li Efxanistanê de birêve dibir û avakirina du dewletên Efxanistan û Îraqê.
Roja Yekşemiyê Xamineyî pêdagirî li ser axavtinên xwe kir ku Îran amade ye li gel welatên cîhanê gotûbêjan bike ku eva yek ji sozên sereke ên hilbijartinên serkomariyê bû, ku têde Rûhanî pêyman û soz da, lê Xamineyî got: “Heke merem ji reftar û gotûbêjan ew be ku ku em paşvekêşanê ji armancên xwe bikin eva tê wateya têkşikana me”.
Yek ji nêzîkên ser bi baskê Rûhanî derheq vê rewşê axivî, û nexwast ku bi sedema hestyariya rewşê xwe bide naskirin û got ku jêve bûye ku axavtinên Xamineyî bona piştevanîkirina ji serkomarê nû ye ku dibêje: “ Eva eşkere ye ku em bo gotûbêjan amade ne. Heke aliyê din rave bike ku encama wan gotûbêjan çi dibe”.
Di Îranê de li gorî Yasaya Bingehîn a welat rêber siyaseta sereke ya vî welatî diyarî dike û hemû deshilat li kontrola wî de ye. serkomar nikare biryara dawiyê bide, û Îran û Amerîka li Rojhilata Navîn nakokî bi hevre hene, renge çareseriya wan kêşeyan ne hêsan be.
www.NYTimes.com