Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya xelkê Kurdistanê bi boneya şehîdbûna desteyek ji pêşmergên PDKÎ

11:42 - 16 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgir û xelkê dilsoz yê Hizba Demokrat bi boneya şehîdbûna desteyek ji pêşmergeyên Kurdistanê, di şerê li dijî dagîrkaran de, hevxemî û sersaxiya xwe ji Partiya Demokrat û malbatên serbilind yên şehîdan re gotin.

Endamên Partiya Demokrat li bajarê Bokanê, devera Jawero a Merîwanê, gundê Gergul, devera Leylaxî a Sine bi boneya  şehîdbûna desteyek ji pêşmergeyên Partiya Demokrat, sersaxî ji Partiya Demokrat re gotin, û peyman digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Bokan

Em endamên PDKÎ li bajarê Bokanê bi boneya şehîdbûna 4 pêşmergeyên Çiya û 2 Pêşmergeyên Bajar li devera Şinoyê, sersaxiyê didin rêberiya Partiya me, kadr, pêşmergeyên hizbê li Bajar û Çiya û herwisa sersaxiyê dibêjne malbatên serbilind yên şehîdên Kurdistanê, û peymana emegnasiyê digel xwîna şehîdên nû yên xwe nû dikin, ku heyanî serkevtinê emegdarê rêbaza wan dimînin.

Jawero a Sine

Silav li rêbaza şehîdên serkirde Qazî, Qasimlo û Şerefkendî û hemû  şehîdên riya azadiya Kurdistanê bi taybet şehîdên nû yên Rasanê.

Mixabin li bajarê Şinoyê qelaya xweragirî û berxwedanê, 6 Bazên Demokrat, 6 ciwanên bicerg yên Kurdistanê, 6 kotrên spî û 6 firişteyên azadiyê di şerekî ne beramber û qehremanane de, digel kirêgirtî û qirêjxwar û sîxorên  rejîma îdamê li bajarê Şinoya serbilind, tevlî karvana tijî ji şanazî a şehîdên  sorxelat yên Kurdistanê bûn, û bi xwîna geş a xwe dara azadiyê av dan, û riya serkevtina wan ji bo ciwanên Kurdistan rohn kirin.

Ev nûçeya gellek nexweş bû, lê em dersxwenên Pêşewayê qet nemir, li mekteba Dr. Qasimlo bi başî hînî vê yekê bûne, ku ji bo şehîdbûna hevalên xwe negirîn, belku ji dijminên dagîrkar re diselimînin ku em nakevin qedeman, û Kurdistanê dikin goristana agir ji bo canê dagîrkaran.

Renge karwana şehîdên me dirêjtir be, lê emê rê û armancên wan bidomînin, heya serkevtina yekcarî a neteweya me, û bi xatircemî ve dibêjin ku: Tolstdandin bi sebr e, lê bi zebr e.

Em xelkê Jawero a girêdayî bajarê Sewlava û gundên derdorê wekî “Ewîheng, Hûye, Serhûyê, Salyan, Nicê û Bîsaran û gundên din, li devera şehîdên wekî şehîd “Mensûr Reşe hewramî” û şehîd “Es`ed Muqedesî” sersaxiyê didin hemû endam û alîgir û malbata mezin a Demokrat û bi taybet malbatên serbilind yên van şehîdan, û digel rêzbaza bilind ya wan soz didin, heta-heta dirêjîderên riya wan dibin, û nakevin qedeman, heyanî serkevtina armancên Kurdistana dagîrkirî”.

Careke din rêrewa karvana şehîdan bi şehîdbûna desteyek ji şengesiwarên qada xebat û têkoşîna azadî û berevanîkirin ji axa pîroz a nîştiman kete rê û dom heye; Bêguman karvana şehîdên me dûr û dirêj e, renge ji vê jî dirêjtir be, lê girîng ew e ku ciwanên têkoşer yên Kurdistanê bi bê tirs ji mirinê riya tijî ji serbilindî a vê karvanê didomînin.

Bîranîna van bixêr be, û riya wan tijî ji rêvîng be, şehîdên sorxelat yên gel

Devera Leylax

Ji ber şehîdbûna vê desteya qehremanan em sersaxiyê dibêjin  malbatên serbilind yên şehîdan; Kadr û pêşmergeyan û rêbertiya hizbê û hemû xelkê Kurdistanê, û şirîkê  vê xema wan in, û peymanê nû dikin ku dirêjîderên rasteqîne yên karvana şehîdan dibin heyanî gihîştin bi armancên wan.

Rêkxistina (Teşkîlat) Veşartî a devera Leylax

Nexede:

Şehîd Dr. Qasimlo: Neteweyek ku azadiyê bixwaze dibe nirxa vê azadiyê jî bide.

Ev şehîdan, namire nav û nîşana ve

Mixabin nûçeya şehîdbûna desteyek ji pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê, dilê Rojhilat dihejîne.

Ev desteya şehîdan wekî hemû şehîdên din yên Kurd û Kurdistanê canê xwe goriyê gel û nîştiman kirin û tevlî karvana sorxelat a şehîdên Kurdsitanê bûn.

Her li wir soz û qewl didin heyanî axirîn dilopa xwîna xwe û heyanî dilopek xwînê li cendekê me de be, em dirêjîderên riya we dibin, û çeperên we vala nakin û heyanî gihîştin bi armancên we dev ji xebatê bernadin.

Em soz didin dayîkên şehîdan ku bi şehîdbûna ciwanên leheng yên wan, bi hezaran ciwanên din ji dayîk dibin.

Em sersaxiyê dibêjne rêberê hizba xwe yê rêzdar û têkoşer “Mistefa Hicrî”, pêşmergên qehreman, hevçeperên şehîdan û malbatên serbilind yên şehîdên Kurdsitanê.

Dubare soz didin bi xwîna paqij a şehîdên Kurdistanê ku heyanî gihîştin bi armancên wan dest ji têkoşînê bernadin.

Riha van şad û riya van tijî ji rêbwar be

Bijî PDKÎ

Bijî Kurdistan

Serbikeve Rasan

Biherife rejîma Komara Îslamî a Îranê