Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiyê ya Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ derheq bûyera bajarê sine

13:10 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya bûyera dilêş a bajarê Sine ku mixabin çendîn hevwelatiyên sivîl bûne qurbanî, Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ bi weşandina peyamekê hevxemiya xwe bo xelkê Kurdistanê û malbatên tazîdar ên qurbaniyên Sine eşkere kir.

Deqa peyamê weha ye:

Em hevxemê malbatên tazîdar ên bûyera Sine ne

Hevwelatiyên Kurdistanê!

Malbatên tazîdar ên karesata Sine!

Di vê bûyerê de ku şeva 19`ê Pûşperê li pêşberî termînal Sine rû da, û tê de tankereke hilgirê petrola reş, xwe li mînîboseke hilgirê musafiran xist, di encama teqîna tankerê û şevitîna mînîbosê de, mixabin çendîn kes ji hevwelatiyan canê xwe ji dest dan, û çendîn kesên din jî birîndar bûn, û herweha çend tirombêl jî ji nav çûn.

Bûyereke weha ku bi hev re dehan malbatên Kurdistanê xembar dike, di asta Kurdistanê de, dibe bûyereke dilêş, û neteweya Kurd xembar dike.  

Tevî sersaxîkirina li malbatên goriyên vê bûyerê, bi navê rêberatiya PDKÎ ve, em hevxemiyê digel malbatên qurbaniyan, û xelkê bajarê qehreman ê Sine, û hemû neteweya Kurd li Kurdistana Rojhilat dikin, û em hêvîdar in ku birîndarên vê karesatê hindî zûtir baş bin.

Ew karesat herçend ku bûyereke dilêş e, lê dikare bibe hêvinê hevxemiya sertaserî ya Kurdistaniyan, û hesta hevnîştimanî û hevderdiya bi hev re bilindtir bike.

Her di wê demê de, dibe di bîra me de be ku ew bûyerên dilêş li ber serberedayîbûn û berjewendîxwaziya seranên Komara Îslamiyekê rû didin, ku canê mirovan û bi taybetî mirovê Kurd li cem wan tu girîngiyeke wê nine, û tenê dixwazin nefta beşeke din ya Kurdistanê bi tankeran bidizin, û amade nînin ku heta riyên taybet bi van cure veguhastinan çê bikin, eva di demekê de ye ku ji bo serkutkirina Kurdistanê û şandina hêzên terorîstî bo ser pêşmergeyên Kurdistanê, riyên leşkerî bo ciyên herî bilind û heta bo kopikên çiyayan jî lêdidin. Bedbextiya berdewam ya karesatên tankerên naskirî bi tankerê mirinê, çavkaniya wê jî vedigere bo rejîma dijî Kurd a komara Îslamî ya Îranê.

Cardin tevî sersaxkirina li malbat û kesûkarên qurbaniyan û hevxemiya digel xelkê qehreman ên bajarê Sine, em hêviya başbûna hindî zûtir ji birîndaran re dixwazin, û riha qurbaniyan şa be

Bi vê hêviyê ku çavkaniya bedbextiyên Kurdistanê, wate rejîma Komara Îslamî hindî zûtir hişik bibe.

PDKÎ

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

20.04.1397