Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi boneya koça dawî ya Mamosta Kerîm Zend

14:52 - 11 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ peyamek bi boneya koça dawiyê ya mamosta Kerîm Zend dîroknivîs û coxrafîzanê Kurdistanê belav kir.

Deqa Peyamê:

Malbata rêzdar ya mamosta Kerîm Zend!


Nûçeya dilêş ya koça dawiyê ya mamosta Kerîm Zend dîroknivîs û coxrafîzanê Kurdistanê gihîşte me.

Wî têkoşerê nevest, ji bilî çap û amadekirina hejmarek kitêb û mijarên têkildar bi hemû beşên kurdistanê, di her beşekê de hest kiriba ku xizmetek ji dest wî tê, pêşwazî jê dikir, herwekî çawa ku di serdema Komara Kurdistanê de, xwe gehande Mehabadê, û heyameke zaf di vî bajarî de wekî mamaostayekî di xwendingehan de, waneya zimanê Kurdî hînî dersxwanan dikir.

Koça dawiyê ya vî kesayetiyê welatparêz û çalak cihê kovanê ye, her di vê derheqê de, ez sersaxiyê li malbata wî rêzdarî û hemû dost û nasyarên wî dikim, û xwe di xema jidestdayîna wî de hevpar dizanim.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

19.07.1396
11.10.2017