Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta salvegera fermana Cîhadê a Xomêynî

13:45 - 20 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 28’ê Gelawêjê salvegera fermana şeytanî a Cîhada Xomêynî li dijî netewa Kurd peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

 Di 39 saliya fermana Cîhadê a Xomêynî li dijî xelkê Kurdistanê de

Xelkê mafxwaz û xebatkar ê Kurdistanê!

 Welatiyên xweştivî!

39 salan beriya niha di demsaleke weke niha de, hikûmeta nû a Komara Îslamî a Îranê, bi nûneratiya binajoxwaziya mezhebî, ku dixwast xwe weke DAIŞ'ên van salên dawiyê nîşan bide, di roja 28’ê Gelawêja 1397’an de bi hincetên derew û bê bingeh, êrîşeke berfireh û piralî li hemberî xelkê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pêk anî.

 Tenê neh mehan piştî têkçûna rejîma Pehlewî û di demekê de ku Kurdistan weke giraveke aram dihate binavkirin, li Tehranê, li pişt mêhraba mizgeftan û di tirîbûnên cuda de, gotegot û buxtan li xelkê Kurdistanê û tevgera mafxwazane a wan didan, û bi awayekî eşkere ji bo kuştin û qirkirina xelkê Kurdistanê biryara cîhadê hate standin.

 Ji aliyekî ve rêber û îmamê rejîma nû (Xomêynî), Kurd weke kafir û fasid binav dikirin û fetwaya cîhadê li dijî wan da, û ji aliyekî din ve berpirsên din ên rejîmê jî hêzên xwînrij han didan ku xwîna xelkê Kurdistanê birijînin û ev kiryar, helal binav dikirin, û dest dabûn jinavbirin û qirkirina neteweya Kurd.

Wê demê jiyana xelkê Kurdistanê di bin siya hêzên siyasî ên Kurdî û hêza pêşmerge de pêş diket û xweştir dibû. Lê li Tehran û navçeyên din ên Îranê rewş berovajî bû, û di hin hizra kevneperestî û di hin destên hin meleyan û faşîzma mezhebî de rewşa jiyana xelkê û derbasiya wan xirabtir dibû.

Jin dihatin kevirbarankirin û çarşewên reş didan serên wan, girûpên Hizbullahiyan azadî ji xelkê zewt kirin, dengên nerazî fetisandin, mafên kêmîneyên olî dihatin binpêkirin û mal û milkên wan dihatin şewitandin û talankirin, cudabîr dihatin bêdengkirin, pênûsên jêhatî û serbixwe dihatin şikandin û rojname û kovar û belavok dihatin girtin.

 Di wê heyama kurt de piştî serketina şoreşê, xelkê Kurdistanê qonaxeke nû a jiyana azad û bihevrejiyana demokratîk ceribandin. Civatên gund û bajaran û sendîkayên pîşeyî hatin avakirin, û xelkê bi rengekî azadane rêveberiya xwe dikir.

 Aliyên siyasî bi awayekî azad piropagenda ji bo fikr û ramanên xwe dikirin û vekirîbûneke siyasî a rastîn çê bibû.

Rêz ji hizrên cuda û baweriyên olî dihat girtin û jinan jî weke nîva hêza civakê di meydanê de geşe dikir. Çapemenî û belavokan bi rengekî azad, fikrên cuda ên nava civakê belav dikirin, û sazî û yekîtiyên curbicur ên taybet bi pêkhateyên cuda ên civakê hebûn û berfirehtir jî dibûn.

Gellek nekêşa ku ji bo karbidestên rejîma kevneperest eşkere bû ku tenê riya dasepandina deshilatê bi ser welat de, dijayetîkirina Kurd û Kurdistanê û jinavbirina vê ezmûna sawa û di heman demê de serkevtî ya Kurdistanê bû. Li cem wan serkutkirina Kurdistana azad girtina dawî çepera azadiyê di Îranê de bû.

Di rastî de sedema serekî ya vê êrîşê, ne tenê ew îdia û çewtekariyên pûç û bêwate bûn ku dihatin kirin. Belku hebûna Kurdistaneke azad û demokrat û sekolar bû ku bo deshilata pawanxwaz ya navendî nedihate qebûlkirin. Her bi vê sedemê jî li navendê û rast ji aliyê nûnerên bîrokeya reş ya mesebî ve ferman dihate derkirin, bona vê ku hemû hêzên serkutkar ên rejîmê li hemû cihên Îranê ve ber bi Kurdistanê bêne şandin. Lê cemawerê xweragir ê gelê Kurd û hizbên Kurdistanî ku çend mehan pêştir bi awayê demokratîk û medenî bi beşdarînekirin di bi nav referandoma! Xakelêweya sala 1358-an de “Na” gotibûne vê rejîmê, biryar dan ku bona parêzvanî ji wan deskewt û buhayên ku dest wan ketibûn, di çarçoveya parastina rewa de bi hemû hêz û şiyana xwe li hemberî êrîşa hêz û leşkerê serkutkar de bisekinin û bo carek din “Na”yeke din bêjin vê sîstema dijîgelî.

Di encama vê xebata parastina rewa de li hemberî êrîşa rejîmê li ser Kurdistanê ku di edebiyata siyasî ya Kurdistanê de wekî bergiriya xelkê Kurdistanê li şerê “sê heyve” de hatiye naskirin, rejîm neçar bi gotûbêjê û guhdarîkirina li axavtinên nûnerên xelkê Kurdistanê hate kirin.

Bi vî rengî bû ku Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa û gorîkirina sedan û hezaran xortên têkoşer û xebatkar, xwe wekî yekem çepera berbirûbûnê di hemberî Komara Îslamî de nîşan da û hey niha jî de gel de be, xelkê Kurdistanê û tevgera mafxwazane ya wê dijberên herî micid û bibawer ên Komara Îslamî ne.

Niha ku 39 sal bi ser ragehandina fermana cîhada Xomêynî li dijî xelkê Kurdstanê re derbaz dibe, em di serûbendekê de rêzê ji berxwedana dîrokî ya xelkê xwe digrin, ku piraniya nêzîk bi tewaw ya cihên cur bi cur ên Îranê li hemberî siyasetên vê rejîmê de, her yek ji wna bûne Kurdistanek, û xelkê piraniya bajarên Îranê li dijî vê deshilatê hevhelwestê xelkê Kurdistanê ne, û daxwaza guherîna kûr û bingehîn di sîstema siyasî ya vî welatî de dikin.

Piştî nêzîk bi 40 salan deshilatdariya vê rejîmê bi ser xelkê Îran û Kurdistanê de, heya niha jî nav û naveroka Komara Îslamî ya Îranê afirîner û bîrhînerê teror, merg, girtîgeh, serkut, û ber bi paşve vegeriyanê ye. Berhemên vê sîstemê bo xelkê di çar dehikan de, beşa herî zêde pêk tê ji: Hejarî, birçîbûn, gendelî, bêkarî,  zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, kêmavî, telaq, xwekuştin û dehan diyardeyên din ên siyasî, aborî, û civakî.

Serhildan û nerazîbûnên tenê yek sala borî ya xelkê Îranê vê rastiyê diselimîne ku xelk bi tewahî ji vê rejîmê bêzar in, û xwazyarê vêdeçûna vê rejîmê û bidawîhatina wê ne. Li ser van şêweyên deshilatan, berê jî dîrokê biryara xwe daye, çi deshilateke dîktator û dijîgelî nekariye û nikare heta dawiyê li hemberî îradeya xelkê xwe de bisekine. Komara Îslamî jî dervey vê qayidê nine. Serwerî ji bo wan dimîne ên ku li hember de sekinîn, û heza azadî û serbestî û kerameta mirov ew pal dan, bo siberojeke geş, ku tê de deshilateke demokratîk garantiya mafê me hemiyan be.  

Niha ku Komara kevneperest ya teror û sêdarê berbirûyê dehan kirîzên navxweyî, navçeyî, û cîhanî bûye, û civatên xelkê bibawertir ji hertim li hemberî vê rejîmê de sekinîne, em hêzên siyasî ên

Rojhilata Kurdistanê dest di nav destên hevdu de, bi armanca gihîştina bi civakek azad û demokratîk bi îradeyeke girantir ve ber bi pêşerojeke geş me hev girtiye, û em xwe birêkxistin dikin da ku pêngavên xwe bihêztir ji caran ber bi pêş ve bavêjin.

Navenda Hevkariyê ya Hizbên Kurdistana Îranê

28.05.1397