Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya “Mistefa Hicrî” bi hilkefta 26`ê Sermawezê

18:48 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Pêşmerge remza xweragiriya netewa me ne, lewma cihê şanazî û serbilindiya me ne.

26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, pîroz be li hemû xelkê Kurdistan û li hemû pêşmergeyan ku li çepera çiya û bajar de bi bexşîna canê xwe berevanî li mafê gelê me dikin.

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî