Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê ji “Koçer Bîrkar” re

11:31 - 5 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, di peyamekê de pîrozbahiyên xwe ji ciwanê Kurd yê jêhatî “Koçer Bîrkar” re şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama pîrozbahiyê ya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistanê, ji bo ciwanê Kurd yê jêhatî “Koçer Bîrkar” hilgirê  bawernameya mezintrîn xelata matmatîk a cîhanê.

Pirofesor “Fireydûn Direxşanî” naskirî bi “Koçer Bîrkar”, hevwelatiyê Kurdê Kurdistana Îranê û mamostayê zanîngeha “Kembridge” a welatê Britaniyayê karî bibe xwediyê medala “Fields” a navûdengtirîn xelata cîhanê li beşa bîrkariyê de, û bi vê deskevta mazin hem hêvî jê re xwastin, û hem bû cihê keyfxweşî û serbilindiya hemû takên Kurd.

Çîroka pirofesor “Koçer Bîrkar”, tevî vê ku nîşaneya hewl û têkoşîna bê hempa ji bo bidestveanîna xewna mezin ya takên Kurd e, û tijî ji şanazî û serbilindî ye, hevdem kûrahiya tirajîdiya neteweya li jêr zilm û stemê de nîşan dide, û bi dehan “Koçer Bîrkarên”ên din tîne bîra me, ku li jêr sîbera desthilat û destûra dijîgelî ya komara Îslamî ya Îranê riya gihîştin bi xewn û daxwazên wan hatine berbestkirin, û pêş ji van hatiye girtin, ku her di bajarê Koçer û Kurdistanê de bi awayê giştî deha curên bi vî rengî hebûne, ku pişka wan, mijûlbûna bi jiyana bi neçarî û destengiyê bûye.

  Navenda Hevkariyê ya partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya vê deskevta  tijî ji serbilindiyê, li pirofesor “Fireydon Direxşanî” û hemû komên xelkê Kurdistanê pîroz dike, û em hêvî dikin ku ev deskevta bibe destpêkek  ji bo serkevtinên mezintir û  derketinên zêde yên wî, û hevdem bi herifîna dîktatoriyeta Îranê, em şahîdê azadî û çêbûna derfetên bicî ji bo vegeşiyana hemû ciwanên welat di warên cuda de bin.

Navenda hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê

12`ê Gelawêja 1397`an