Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ li Koçer Bîrkar

12:57 - 3 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ seba serkevtina dîrokî û cîhanî ya bîrmendê Kurd Koçer Bîrkar pîrozbahî li vî zanayî kir.

Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ di peyameke pîrozbahiyê de, rêz ji serkevtina mezin ya bîrmendê Kurd Koçer Bîrkar girt.

Deqa peyamê weha ye:

Rêzdar Koçer Bîrkar

Nûçeya serkevtina we di bidestxistina mîdala bilind ya zanistî, wekî xortekî Kurd û bi taybetî wekî xortekî xelkê gundê “Nê” ya qehremanperwer, û serbilind bi xebata neteweyî, û wargehê Demokrat, bû sedema dilxweşiya me.

Di vê derheqê de, em pîrozbahiyên herî germ ên xwe, dibêjne we, û hemû “Nê”yiyên hêja, û xelkê jêhatî ê Kurd di her cihekî de.

Mînakên wekî we li hemû Kurdistanê û bi taybetî li Kurdistana Rojhilat zêde bin, û serkevtina we berdewam be.

PDKÎ

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî