Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûkek Nû li ser Kurdan hat çap kirin

14:41 - 23 Şibat 2013

Kurdistanmedia: “Jineke Ewropî li Welatê Kurdan”, navê pirtûka Bîranînên Nesirîn Qasimlo ye ku ji aliyê weşanxaneya Avêsta hatiye çap û bilav kirin.


Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, pirtûka “Jineke Ewropî li Welatê Kurdan” ku bîraninên “Hélène Krulich” naskirî bi Nesirîn Qasimlo, xanima D,r Ebdulrehman Qasimlo hat çap û bilav kirin.
Pirtûk ji aliyê Nesirîn Qasimlo û li ser Bîranînên xwe li çiyayên Kurdistanê û xebata azadixwaziya gelê Kurd hatiye nivîsandin.
Pirtûk ji firansî bo tirkî ji aliyê “Nihat Nuyan” ve hatiye wergerandin. Pirtûka ji aliyê weşanxaneya Avêsta hat çap û bilav kirin.
Hélène Krulich xelkê wilatê Çikoslivakiya berê ye û di salên 60’î de dema ku xwendekar bûn ev û Ebdulrahman Qasimlo hevdû li Piragê nas kiribûn û piştî demekê zewicîbûn.
Dr. Qasimlo yek ji Lîderên Kurd û Sekreterê Giştî yê PDKÎranê bû ku di berwar 1989/07/13 an tevî 2 hevalên xwe ên bi nave Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî û Fazil Resûl Kurdê Îraqê û mamostayê zanîgehê li Viyenê, di Apartmana hejmar pênc ya şeqama “Lînkeban” li bajarê Viyenê ji aliyê hin terorîstên hatin Şehîd kirin.
Tê gotin ku Qasimlo û hevalên xwe jibo çareseriya pirsgirêka Kurdên Îranê tewî diplomatên Komara Îslamiya Îranê li hale got û bêjê bûn,lê li encamp de ji aliyê dewleta Îranê hatin Şehîd kirin.