Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo, rêberekî pêşeng bo tev nifşan

13:33 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012

Şerîf Felah

Di nava her netewe, gel û welatekê û di her qonax û demekê de, bi kêmî rû dide ku kesatiyek bikare bi hizr û endîşeya hevçerx a xwe, seqa û rewşek wusa biafrîne û bîrokeyek serdemiyane û pêşerojbîn bîne rojevê ku ji bo hemû serdem û nifşan karîger be. Her takek mirovê serdemê xwe ye û bi tenê bo serdema xwe û ew jîngeha derdora xwe û renge bo du nifşên piştî xwe dahênanê biafrîne. Lê mirovên jêhat û zana ew in ku hizra azdîxwazî û rizgariya mirovan kirine armanca xwe, gelek kêm in û bandor, cîdest û bîr û baweriya wan bo hertim dimîne.

Şehîd Qasimlo yek ji wan rêberên kêmwêne û hevçerx ê kurd e ku bi hizr û cîhanbîniya mirovtewer û taboşikên a xwe karî him di nava netewe û nîştimana xwe û di formê xebata demokratîke kurdan de karî nûbûn û dahênanê biafrîne û pêkhatiyek hevçerx û sivîl ji hizbatiyê di çarçoveya tevgerê de bîne rojevê û him jî di asta navnetewî û pirsên siyasî û dîplomatîk de jî xwedî peyamek mirovî, aşîtî û afirandina cîhanek dûr ji tund û tîjiyê bû. Peyam û hizrên hemdem ên Dr.Qasimlo karî rûçik û pênaseyek nû ji kakila xebata siyasî û niştîmanî a kurd bi cîhana derve bide nîşandan.

Cîhanek ku berê bi nêrîn, çav û ramanek din ve mêzeyî kurd û xebata rewa ya kurdan dikir, dr.Qasimlo karî wê han bişkîne û pêngavekê piraktîk û bingehîn di pêvajoya navnetewîkirina pirs û arîşeyên siyasî ên kurdan de bawêje.

Zanyarî û hişyariya wî mirovê zana û xwendin û bîrtîjî û dûrbîniya hûr, kûr û waqi’bînane a wî derheq bûyerên serdemê xwe û pêşeroja xwe, karîn kesatiyekê jê biafrînin ku bîr û bawer, nêrîn û rêbaza wî ji bilî serdemê xwe, belkî bo nifşên niha ya tevgera rewa ya kurd û yên pêşerojê jî ronî û çirayê rêya hêvîdariyê ne.

Dr.Qasimlo sembol û dahênerê exlaqê siyasî û sîmayê demokratîk û rêzgirtin ji binema û cewherên mirovî ye, xulqênerê pirensîbên siyasî û hizbayetiya serdem e di qada tevgera kurd bi giştî û avakerê çarçoveya siyasî a Partiya Demokrat bi taybetî ye û herweha diyarîkerê rêbaz û stratejiya demdirêj û cewherî ên vê partiyê ye. lewma mirov û afirînerek ku xwedî vê hêz û taybetmendiyan be, dikare rêberekî pêşeng be bo hemû nifşan.

Mirovek ku hilgirê van taybetmendiyan be, karîzma û sembolek ku di pêxema bîr û baweriyên xwe bi aştî û rizgariya netewa xwe û li selmandina rewatiya xebatê ji mirinê netirsiya û mirina li ser maseya aşîtî û bûn bi sembol û hêmaya netewa xwe kire armanc û di pêxema bawerî bi aştiya mirovî de hat şehîd kirin.

Mirovek, rêber û pêşengê xebata tev nifşan e ku piştî derbazbûna 23 sal ji şehîdkirina wî re, keç û xortên nîştimana wî sirûd û peyama miroviye wî di nav dilê dujmin de diqîrînin û dujmin jî ji karîgerî û bandora bîr û baweriyên wî bi tirs û xofe û bi tu pîlan, serkut û wehşetekê ve nikare endîşeyên Qasimlo di hizra nifşên îro de paqij bike.

Hizirvanek pêşengê karwana azadiyê ye ku piştî derbasbûna pitir ji du dehikan bi ser şehîdkirina wî de, hizir û baweriyên mirovî yên wî bûne bi çirayê riya tekoşînê û waneya wê di qutabxaneya demokrat û kurdatiyê de tên gotin û pêlên deryaya mirovdostiya wî, hemû kevneperest û tarîhizran binav û niaum dike û dixe qeraxên jibîrkirinê.
Qasimlo sûlavek bi coş û xurr e ku balaya şîn û şadîbexşa deşt û çiyayên Kurdistanê dixemilîne. Qasimlo nermebayê hênik ê deşt û zozanan e ku li bejna çiyayan de dikewe rê û xwe li beroj û newalan dialîne û xakê hembêz dike û strana herman û rabûnê bi ser keziyên şemalê dixwîne.