Kurdistanmedia: Daxistina hejmarek kafînêt û lêgerîn kirina Mobayîlên hevwelatiyên bajarê Merîwanê rewşa ewlehiya vê bajarê aloztir kiriye.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li berwara 5’ê Adar a 2013’an, sê kafînêtên hevwelatiyên bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê, seba alîkarî nekirina xwediyê kafînêtan ji bo danîna “sîstema kamêrayî” bo çevedêriya xelkê hat daxistin.
Zext û givaşên rejîma komara Îslamî a Îranê bo ser xelkê bajarê Merîwanê berdewame û hejmarek kafînêt seba avanekirina sîstema kamêrayî bo çevedêriya xelkê vê bajarê, ji aliyê hêzên rejîmê hatin daxistin.
Hevwelatiyeke bajarê Merîwanê bi malpera “Kurdistanmedi” ragehand: Hêzên rejîmê bi xwediyên kafnêt û dûkanan ragehandiye, heya dûrbîna çavedêrî li dûkanan nehê avakirin îzna vekirinê nahê dan û tenê sê dûkan kamêreya çavedêriyê têde nehatiye avakirin lê ev jî hatine daxistin.
Ev karê hêzên rejîma Îslamî a Îranê li dirêjahiya Mêlêtarîzekirina zaftir li ser xelkê bajarê Merîwanê rojbiroj zêdetir dibe û bûye cihê nigeraniya xelkê vê bajarê.
Lêgerîn kirina hejmarek telefonên hevwelatiyên bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rejîmê
Roja çarşemî 6 Adar a 2013’an hêzên taybetî “Yêgan vîje”yên bajarê Merîwanê li derdura meydana “Bawe Reş”ê dest dan bo lêgerîna hevwelatiyan û paşan çendîn mobayîlên hevwelatiyan lêgerîn hatiye kirin.
Hevwelatiyeke bajarê merîwanê di vê pêywendiyê de got: Hêzên rejîm bi cilên şexsî di nav meydana “Bawe Reş”ê heya çarrêya “Şebreng”ê dorpêç kirine û rewşa asayiş û ewlehiya akinciyên vê bajarê aloztir kirine.
Çend hefiyeke rewşa ewlehî li bajarê merîwanê aloztir bûye û bi gotina hejmarek li hevwelatiyan ev hewla hêzên rejîm paş kuştina endamekî sipasha psadaran û bo nîzîk bûna çejna “Çarşeme sûrî û Newroz”ê bi armanca tirsandina xelkê Kurdistanê ev karane diken.
Şepola mlîtarîzekirin ji aliyê hêzên rejîma komara Îslamî a Îranê, bajarên “Sinê û Qurwe”yê li parêzgeha Kurdistanê girtiye.