Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/Kêmtir li 10 rojan de pitir ji 38 kes li Kurdistana Rojhelatê hatin girtin

14:03 - 12 Adar 2013

Kurdistanmedia: 38 çalakvanên siyasî, kedkarî, kulturî, olî û rojnamevan di kêmtir li 10 rojên derbasbûyî de li Kurdistana Îranî hatine girtin.
Di heyamê kêmtir li 10 rojan de beşek li sertîtrên girîng yên medyayên Kurdistana Îranê, li destbiserkirina çalakvanên curbicur bûn û di vê heftiya derbas bûyî de 38 kes hatin girtin.
Mesûd û Xusro Kurdpor du çalakvanên mafê mirov, rojnamevan û birêveberên Ajansa Nûçeyan a Mukrian, ji aliyê hêzên îdareya Îttlata bajarê Mihabadê hatin girtin.
Xusro Kurdpor roja pênçşem 7’ê Adar a 2013’an, serbarî lêgerînkirina mala vî bi tawana çalakvanî ya di warêmafê mirov ji aliyê hêzên îdereya Îttlata bajarê Mihabadê hat binçav kirin.
Xusru Kurdpûr rojnamevan û çalakvanê mafê mirov li sala 2001’an de ji aliyê hêzên ewlehiyên rêjîma komara Îslamîa Îranê hatibû girtin.
Her di vê pêywendiyê de rojnamevan û çalakvanê mafê mirov “Mesûd Kurdpor” 9’ê Adar a 2013’an, jibo lêpirsîna ji dosiyeya birayê xwe “Xusro Kurdpor” Rêveberê Ajansa Nûçeyan a Mukrian, serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mehabadê kiriye, navbirî jî tê binçavkirin.
Paş girtina Mesûd, îdareya Îttlatê navbirî bo ciheke nediyar het veguhastin, berê jî Mesûd Kurdpûr di 7’ê Tîrmeh a 2008’an ji aliyê Îdareya Îttlata a bajarê “Bokan”ê hatibû girtin û ji aliyê dadgeha “Şoreş” a bajarê Mihabadê bi 1 sal hepsê û dûrxistinê bo bajarê “Tîkab”ê hatibû mehkûmkirin.
Qasim Ehmedî jî yek ji wan rojnamevanan ku roja çarşemî 6’ê Adar a 2013’an, ji aliyê îdareya Îttlatê hat gazî kirin û paşan hate binçav kirin.
Qasim Ehmedî karnasê bilind yê zanista siyasî û reveberê pêşder yê verznameya “Rojev” bû.
Binçav kirina çalakvanên koltorî û çandî li Pawê dom dike
Li 9’ê Adar a 2013’an 5 çalakvanên koltorî bi navên “Qanê Hatemî, Mihemed Nûgarî, babek Ebasî, Mutesem Şafieî û Cehanbexş Ehmedî” ji aliyê hêzên îdareya Îttlata bajarê Pawê hatin girtin û serbarê kelupelê şexsî û keysa kampiyotêra van 5 çalakên koltorî ji gel xwe birine.
Heya bilavbûna vê nûçê tu zanyariyek li ser çarenivîsa wan 5 kesane û serdema girtina wan hevwelatiyane li ber dest de nine.
Roja 7’ê Adar a 2013’an, hevwelatiyeke Kurd bi navê “Yasir Kakayî” xelkê gundê “Şemşêr”ê ji aliyê hêzên rejîmê hat destbiserkirin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.
Li bjarê Pawê li parêgaha Kirmanşanê, li 4’ê Adar a 2013’an, sê hevwelatiyên Kurd bi navên “Bextiyar Resûlî” xelkê bajarê Pawê û “Muxtar Ehmedî” û “Setar Ehmedî” xelkê gundê “Xanega”ê, bi bê sebeb ji aliyê hêzên ewlehiyê rejîma Îranê hatin girtin.

Çend roj berî niha du çalakvanên Kurd bi nave “Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî” ji aliyê Îdareya Îttlata bajarê Pawê hatin gazî kirin û bi tawana bêhurmetî bi pêşnivêjê bajarê Pawê ku nûnerê “Weliyê Feqîh”e hetine girtin.
Bi gotina hin kesên agahdar, rewşa saxlemiya Kêyhan Ezîzî li girtîgeha îdareya Îttlatê xirab bûye û seba vê yekê ji bo nexwaşxwanê hatiye şandin.
Ferdîn Resûlî û Bextiyar Kakayî navê û çalakvanê din yên koltorî û çandî ye ku ji aliyê îdareya Îttlata bajarê Pawê hatin girtin.
Herwesa li bajarê Neqedê 5 hevwelatiyên Kurd bi navên “Mihemed Suhranî temen 25 salî, Nasir Nêmetxa temen 29 salî, Kamiran Osmanî, Şehab Ehmedîazer û Yûsif Hacîxoş, ji aliyê hêzên Îttlata rejîma komara Îslamî a Îranê ve hatin binçavkirin.
Bajarê Şino li girtinê bêpar nebûye, di vî bajarî de du hevwelatî b navên “Qadir Dastan û Rehîm Ftûhî” ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma îranê ve hetin girtin.
Roja 7’ê Adar a 2013’an, li bajarê Sinê 5 çalakvanên kedkar bi navên “Wefa Qadirî, Seîd Xalid Husêyînî, Bêhzad Ferecullahî, Hamîd Mehmûdînijad û Elî Azadî” ji aliyê hêzên Îttlata bajarê Sinê bi sûça “birêve birina rê û resma rojan Cîhaniya jinan” hatin girtin.
Sibêdeya roja 11’ê Adar a 2013’an, 8 welatiyên Kurd ku nasnameya kesek ji wan binavê “Gorna Behramî”eşkere bûye, ji aliyê hêzên Îttlatî a Komara Îslamîa Îranê hatin girtin.
Şepola vê girtinê û vê binçavkirinê, mamostayîên olî û kesayetiyên çalakvan li v warî de jî girtiye.
Çavkanî:

_ Ajansa nûçegehaniya Kurdpa
_ Komîteya hevahengî bo pêkanîna nawendên kedkarî
_ Malpera Kurdistanmedia
_ NNS ROJ