Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora duyemîn roja Kongireya Enternasyonal Sosyalîst

21:19 - 1 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Di duyemîn roja Kongireya Enternasyonal Sosyalîst de, Komîteya Kurdî di wê saziyê de ava bû.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, duyemîn roja Kongireya Enternasyonal sosyalîst li bajarê “Kîp Tawn” Baytextê Komara Afrîqaya Başûr, bi gotara birêz “Yakûb Zuma” Serokkomarê Afrîqaya Başûr detspê kir.
Di hemen roj de encama hilbijartina Cihgirên Serokê Enternasyonal Sosyalîst hat ragihandin.
Beşek din a basên kongireyê girîngîdan û berfirehkirina demokrasiyê di cîhanê de bû.
Hêjayî bas e ku kongireyê bi pirraniya dengan biryara avakirina Komîteya Kurdî a Enternasyonal Sosyalîst da, ku li ser pêşniyaz û lihevkirinek di nava aliyên Kurdî ên beşdar de derketibû holê.
Heyeta beşdar a PDK Îranê di roja duyem a kongireyê de hevdîtin li gel çendîn berpirsên nû ên Enternasyonal Sosyalîst û serkirdayetiya çendîn partiyên beşdar di kongioreyê de pêkanîn.