Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan ber bi kopikê ve

18:33 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kerîm Perwîzî

Rasana Rojhilata Kurdistanê bixwedeçûn û dakutana tep û toza derbasbûyeke nizîk û rabûna ser piyan ya neteweyekê bû ku dujminê stemkar û darûdestên wê wusa dizanîn ku ew biçokde anîne, lê nedizanîn ku neteweya Kurd tenê derfet bi xwe daye heya ku beşek din ji nîştiman ewle û pê bigre, û li rewşa nû de jî wusa nirxandiye ku dujmin hemû derfet ji dest dane, û hewce dike ku ev agirgeha pirrgurîtir jî bibe.

Tendûra xebata Rojhilata Kurdistanê germ û gurrtir hat kirin û ji kopika çiya ve, rêberên çiyabawer, peyama xwe gehandin guhên neteweyekê. Peyama rabûn, rasan û jîna serbilindane û serkevtin di çîrançepên xebatê.

Hebûn kesên ku dudil bûn ji peyamê, herweha hebûn ku rêvîngên xebatê jî dilsar dikirin, lê li hember de zêde bûn yên ku amadeyî cangorîtiyê bo coşdana xebatê bûn.

Her çiqas ku piştî sê salan, nirxên mezin ji bo vê rabûnê, û rabûna ser pê ya neteweyê hat dayîn, lê tev bangên bêhêvîtiyê hatin pûç û mandelkirin, û dengê Rasana Rojhilat zelal û dilêr e, û digihîje guhên hemû dunyayê, û bargeha desthilatdarên Amerîkayê jî.

Sîma û cewhera Rasanê jî rohn û biheybettir e, dema ku em dibînin pêşmergeyê cangoriyê nîştiman li nav ezîztirîn kesên xwe de, anku xelkê pêşmergeperwer ên Kurdistanê bi hembêzek vekirî tên pêşwazî û guhdarîkirin, û di nav dilê xwe de diparêzin.

Rasana Rojhilata Kurdistanê pêk nayê ji teqekirin û nîşandana çekan, her çiqas ku li hember dujminekî wekî Komara Îslamî de hewcehiya çekê bona xweparastinê heye, lê Rasan pêk hatiye û tê ji hêma û nîşana hêzbexşe pêşmerge û dilê vekirî yê bajar bona beşdarîkirin di xebatê de.

Niha em dibînin ku îradeya han hêdî-hêdî û li ser xwe, lê bi bihêzî û qahîmî xwe diselimîne.

Li destpêka demsala nû ya xebatê de, riya xebatê hinekê bi evraz û asê û nediyar derdiket û tenê yên ku îradeya serê çiya jî newî dike, xatircem bûn ji serkevtin û rastiya riyê, levra jî me dît ku li Qereseqel û Kosalanê de hemase û destanrêsî afirandin, heya ku baweriya bilind ya gihîştin bi kopikê bi neteweya Kurd bibexşînin. Ew hemase, xwîn, cangorîtî û baweriya bilind û îradeya hesinîn bû ku îro ji me re afirandin, û em dibînin ku Rasan bi bihêzî ber bi kopikê ve hildikişe, herweha ev fedakarî û cangorîtiyên îro ne ku sibeyî û pêşeroja avedaniya nîştimanekê ji me re bi diyarî tînin. Rasan li dijî tarîtiyê berdewam e.