Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma bidawîhatina dewreya 206 a pêşmerge birêve çû

20:45 - 17 Adar 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma bidawîhatina dewreya 206 a destpêkî ya pêşmerge ji aliyê fêrgeha Komsyîona Perwerdeya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê birêve çû.
Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, Roja 17’ê Adara 2013’an, rê û resma bidawîhatina dewreya 206 a pêşmerge li destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” dest pêkir.
Piştre rêjeya nizamî ya beşdarên dewreya 206’ê dest bi karên xwe kir û li pişka din ye rê û resmê rêzdar “Çeko Rehîmî”, Endamê Komîteya Nawendî ya PDK Îranê, çend gotinek pêşkêşî bi vê boneyê kir.
Rêzdar Rehîmî li axavtina xwe de basek li dîroka fêrgehê bo beşdarên marasimê kir û paşan amaje bi berbipêşçuna doza Kurd li beşên din yê Kurdistanê û bi taybet Herêma Kurdistanê kir û di nav axavtina xwe de got: rejîma Îslamî a Îranê bi berdewamî li hewla têkdana wan deverane ye.
Paşan “Muxtar Bedexş” yek ji mamostayên Fêrgê, rapora Nizamî ya dewrê pêşkêşî beşdaran kir û di beşek din ya rê û resmê de, yek ji beşdarên dewrê bi navê “Se’dûn Behramiyan” peyama dewra 206 pêşkêş kir.
Di beşa din ya rê û resmê 6 beşdarên serkevtî di dewrê de ji aliyê “Tahir Mehmûdî” Endamê Komîteya Nawendî ya PDK Îranê û “Mu’tesem” Nûranî kadrê vê partiyê ve hatin xelatkirin.
Herweha di navbera rê û resmê de çendîn sirûd û stiran û helbest ji aliyê “Farux Sultanî, Xulam Fatihî, Seîd Îzedî, Saman Seîd Ehmedî û Peyam Rizayî” ve hatin pêşkêş kirin.