Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberekî demokrat û çep

20:13 - 24 Îlon 2012

Ehmed Şêrbegî

Bas kirin ji kesatiya Dr. Seîd hewcehî bi derfetek zêdetir heye û li nivîsek kurt de ne mumkin e ez bikarim basa hemû aliyên jiyana wî bikim, lewre neçarim zor bi kurtî îşare bi nêrîna navhatî bikim ku bal min ya herî diyar û girîn e û ez dikarim bibêjim ku çarçove û stroktora hizrî a Dr. Şerefkendî li ser veyî ramanê şikil girtibû, ew jî hizra netewexwazî û kurdatiya navhatî bû.

Em hemû dizanin ku Dr. Seîd li çarçoveya malbatek nîştimanparêze kurd da çavê xwe bi dunyayê re vekir. Hêj zarok dibe ku agirê şerê duyem ê cîhanî peşqelan dawêje. Nazîsm li Almanê û faşîzm jî li Îtalya şikestê dixwe. Hêza hevalbendan, anku supaha soviyetê li bakûr û Îngilîs jî li başûr xaka Îranê dagîr dikin. Reza şa li kursiya desthilata paşatiyê dikewe û tê dûrxistin, nermebayê rizgariyê li gelek li welatan de dest pê dike û hizra xweserî xwaziya gelên çewsandî û yek ji wan jî gelê kurd li Kurdistana bindeste Îranê vedigeşe û bi awayekê ku avabûna Komara Kurdistanê li Mehabadê lê dikewe.

Ji aliyê din ve Dr. Şerefkendî birayê biçûk yê Ebdulrehman Şerefkendî ‘’mamosta Hejar’’helbestvanê nîştimanî ê Komara Kurdistanê ye. Tesîr û karîgeriya kesek wekî Hejar û dîtina hildana alaya komara Kurdistanê li ser dem û dezgehên hikûmetî û çûna bo qutabxaneya kurdî û xwendina bi zimanê zikmakî û bihîstina sirûda netewî a ‘’Ey Reqîb’’ dibine sedem ku Dr. Şerefkendî her ji temenê zarokatiyê ve mejiyê wî tejî be û tevlî seqa û atmosfera siyasî û kurdatiyê be û yekem kewirê xîmê koşka kurdayetiyê li derûna wî de ava bibe. Bi awayekê çi wê dema ku dibe mamosta û li warên cur bi cur de ders gotiye û çi wê demê ku bi kiryar tê qada xebatê û tekoşîna siyasî a xwe bi eşkere dest pê dike û paşan dibe kesê yekem ê hizbê. Ew hizra netewexwazî bi tewahî li rabûn û rûniştin û nivîsên wî de derdikewein.

Dr. Şerefkendî şehrezayiyek tewaw li ser dîroka kurd heye û xwendin û têgihîştinek zanistî li ser dîroka serhildan û têkçûna tevgerên kurd dixe berçav. Wî li pirtûka ‘’kurte dîrokek li ser tevgerên kurd’’ de îşare bi sedemên serhildan, kêmasiyan û têkçûnên wan tevgeran dike, lewre li qada piratîk de nêrînek zanistiyane û realîstane mêzeyî pêşeroja kurd dike.

Dr. Şerefkendî bona dabîn kirina mafê çarenivîsa kurd li Îrana pêşerojê de naçe jêr alaya tu bereyekê ku aliyên vê eniyê bawerî bi çaresera mafê netewî nebin.

Zor bi lêbrawî hîlek sor bi ser hizra seltenet xwaziyê de dikşîne û bo hertim ew sîstem bo pêşeroja Îranê ret dike. Navhatî bi xwendinek hûr ku li ser vê têgihê hebû dizanî ku dabînkirina mafê netewî û diyarî kirina çarenivîsê li gel hizra paremayî a seltenetî li natebayiyê de ye û bi tu awayekê nikare xwe bi sîstema piloralîsma siyasî a gelên Îranê biguncîne.

Piştre jî zor lêbrawtir û zelaltir ji wê, li ser mafên netewî ên kurdan diaxive bêy wê ku tu şik û gumanekê bal kesekê biafirîne bi eşkere dibêje: Eva raste ku Îran bi dirêjahiya dîrokê ji yekîtiya netewên cuda cuda pêk hatiye, lê tu tiştek heta heta nine. Çi sedemek heye eger çend netewe piştî 1500 sal bihevre jiyanê, nebe ku ji hev cuda bibin û cuda ji hev bijîn? Mesela eslî ew rewşa ye ku niha li rojevê de ye.

Dr. Şerefkendî biwêrane û ji rûyê agahî ve bawerek tewaw bi serbexweyî û yekîtiya Kurdistanê heye.

Wê demê ku kesê yekem ê hizbê bû, bi bê tirs û nîgeranî ve alîkarê vê beşa kurdistanê bû ku hewcehî bi alîkariya hizba demokrat hebûye. Zaf caran li vî cihî ku hewce bûye bi qazanca netewî xistiye pêş berjewendiya hib ayetiyê ve, her çiqas ku li vê riyê de jî bac jêre daye.

Dr. Şerefkendî li rê û resma 10 saliya avabûna Radyo Dengê Kurdistana Îranê de dibêje:
Dibe em şanaziyê bi xwe bikin ku kurd in. Xebat bo mafên netewî, xebatek pîroz û rewa ye. Tenê kurde ku îro bi kiryar li qada siyasî a Îranê de bo azadiyê xwînê dirijîne û qurbaniyan dide. Ku waye tu kes nikare li Îranê de xwe bi ser kurdan de ferz bike. Ez wekî kurdekê ne li tu kesekê kêmtir im ne jî zêdetir...

Ew gotara Dr. Şerefkendî wê demê girîngiya xwe derdixe û erzişa wê derdikewe ku li vê serdemê de hêlên hizrî ên çepa kilasîk li çarçoveya sosyalîzma mewcûd de bal bi ser seqaya siyasî a Îranê de kêşa bû û bîra netewexwazî û diyarîkirina mafê çarenivîsê li nêrîna gelek hêz û aliyên Îranî ên ser bi vê rêbaza fikra paşketî û îrticaî de pênase dikir.

Dr. Şerefkendî li vê çeperê de jî bêy wê ku bikewe jêr givaşa van teoriyan, ji bîr û hizra netewexwazî bi hemû awayekê berevanî dikir û helwest digirt. Li dawiyê de rastî û duristiya vê hizra Dr. Şerefkendî ji hemû aliyekê re hat selimandin û derket û me dît ku çawa hesta netewî û serbixwe xwaziyê li nav gelên cemsera rojhilat de ku zêdetir ji 70 salan bêdeng û fetisandibûn, teqiya û bû bi sedema herifîna vê eniyê û cudabûn û avakirina dewleta serbixwe a xwe.

Bona wê ku vê basê bi dawî bînim dibêjim: şehîd dr. Sadiq Şerefkendî kurdekî demokrat û çep bi manaya tewaw a peyvê bû. Bawerek kûr bi avakirina civakek dadperwerane li ser bingeha sosyalîzma demokratîk hebû.

Bona vê meremê jî gelek biwêrane û lêbrawane piştewanî ji bîrokeya ‘’kurte basek li ser Sosyalîzmê’’ kir ku ji aliyê şehîdê serkirde, dr Qasimloyê zana li Kongireya şeşemîn a partiyê de hate rojevê.