Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reforma di yasaya Bingehîna a Tirkiyê de

14:11 - 29 Nîsan 2013

Şehab Xalidî

Ew yasaya bingehîn a Turkiyê ku piştî derbeya leşkeriya 12’ê Îlona 1980’î ji aliyê jeneralan ve bi ser gelên Tirkiyê de hate sepandin, û li ser bingeha vê yasaya bingehîn ya Tirkiyê çendîn salî siyaseta înkar û asîmîlekirina neteweyên akinciyê Tirkiyê ji aliyê deshilatdarên vî welatî ve ji riyên çandî, siyasî û leşkerî ve birêve çû, lê bi xweşî ve piştî vê ku li rapirsiyeke giştî de piraniya xelkê vî welatî deng dane reforma di yasaya bingehîn de, niha reşnûsa vê yasayê li parlementoya Tirkiyê de behs û gengeşe li ser tê kirin.

Di rastî de dengdana piraniya xelkê Turkiyê bi pêkanîna reforman li yasaya bingehîn de, nîşaneya vêzariya xelkê vî welatî ji ferq û cudahîdanîn û şer û tundûtîjiyê ye û êdî ew jî hatine ser vê baweriyê ku şer çareser niye bo vegerandina aştiye cihgir û tenahiyeke berdewam di vî welatî de.

Karnasên siyasî li ser vê baweriyê ne ku jiber ku AKP li hewla vê yekê de ye ku sîstema deshilatdariya Turkiyê bike serokatî, lewra hewcehî bi alîkarî û piştevaniya BDP heye, lewra jî BDP dikare li hemberî piştevaniya ji AKP hinek poanan ji AKP wergire.

Giringtirîn destewaje û têgeha li yasaya bingehîn de ku BDP pêdagiriyê li ser guherîna vê dike destewajeya “hemwelatiyê Turk” e, ku destewajeyeke tewaw nejadperestane û pirr ji ferq û cudahîdanîn e. Şarezayên karûbarê Turkiyê li ser vê bawerê ne ku AKP bi bê rezayeta CHP, dengê xwe nade guherîna vê desteqajeyê. Jiber ku heke AKP bi bê rezayeta CHP, dengê xwe bide guherîna vê destewajeyê, wê demê partiyên netewexwaz û bi taybetî MHP û CHP dikarin ku Erdoxan û partiya wî, bi îxanet û dûrketin ji armancên Ataturk û hewildana bo parvekirna welat tawanbar bikin, û hesta netewexwaziya alîgirên Erdoxan bilivlivînin, û dengê wan bo aliyê xwe rakêşin.

Lewra jî îhtimala vê yekê heye ku AKP li hemberî razîkirina CHP bi guherîna vê destewajeyê, bixwe desta ji dengdana bi wan madeyên yasaya bingehîn bîne, ku giringiya guherîna wan li çav destewajeya “hemwelatiyê Turk”, ji her du aliyê BDP û AKP re kêmtir be.
Bê guman di vê rewşa hestyar ku niha Turkiye têde ye, û piroseyek bi navê piroseya çareseriyê dest pê kiriye, pêkanîna reformeke demokratîk di vê yasaya bingehîn de, dikare pêngavek demokratîk û di hemen dem de yasayî be bo berçavgirtina îrade û daxwaza tewaya pêkhateyên di nav Turkiyê de.

Di welatekê de ku her ji serdemê deshilatdraiya Osmaniyan ve heya deshilatdariya Kemalîstan, beşeke zaf ji xelkê vî welatî li diyarîkirina qedera xwe de tu roleke wan tunebûye, niha ronahiyek tê dîtin û hewil bona darêtina yasayeke bingehîn a medenî tê dan, û rê ji bo demokratîzekirina Turkiyayekê tê xweşkirin ku Kurd bikarin ji riya xebateke siyasî û medenî hewlê bidin da ku mafên xwe bi dest bixin. Lewra heke Erdoxan û partiya wî bikarin ku dawiyê bi şer û tundûtîjiya çekdarî di welatê xwe de bînin, û rê ji bo xebata siyasî û medenî vekin, ew yek dikare di dîroka Turkiyê dewek xaleke zêrîn li karnameya AKP li sala 2013’an pêve çav lê bê kirin.

Bêguman dawîhatina bi şer di vî welatî de û rê xweşkirina ji bo xebata siyasî û medenî dikare Turkiyê pêngavek din bi endametiya di YE denêzîk bike, û ji aliyek din ve, wê demê pergala laîk û demokratîk ya Turkiyê dikare alîkarê Turkiyê be di vî warî de ku Turkiye bibe modelek baş bo tewaya welatên herêmê.

Di Turkiyeyek weha de Kurdên vê beşê ji Kurdistanê dikarin pêngav bi pêngav û ji riya xebata medenî û siyasî ve, û bi awayek bihêz daxwaziyên xwe ji riya şeqam, parlemento û ragehandinên giştî ve bînne ber bas û hewleke berdewam jêre bidin, û bi vî awayî bikarin bala bîrûraya giştî a cîhanê û bi taybetî rojawayiyan bo aliyê xwe rakêşin, ku bê guman li sedsala 21’an de, ew şêwaza xebatê dikare gelê Kurd di vê para Kurdistanê de bi mafên wan nêzîk û nêzîktir bike, ta şerek çekdarî a tundûtîj ku hêceteke zêdetir bide dest nejadperestan bona înkara şûnas û nasname û kultura neteweya me. Bi hêviya vê ku sedsala 21’an bibe sedsala gihîştina Kurdan di tawaya beşên Kurdistanê bi mafên xwe.