Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi daxistina geviya Hormuzê gefan li welatên cîran dixwe

19:51 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Serdana Şêvirmendê payebilind yê “Elî Xamineyî” bo Rûsiyayê, û gefên rejîma Îranê ji bo têkdana aramiya welatên cîran, bi daxistina geviya Hormuzê zêdetir bûne.

Roja Pênçşemiya derbazbûyî, rêkevta 21`ê Pûşpera 1397`an, “Elîekber Wilayetî” Şêvirmendê payebilind yê “Xamineyî” yê li  karûbarên derve, bi armanca gihandina peyama rêberê rejîmê bi destê “Vladimir Putin” serkomarê Rûsiyayê, serdana vî welatî kiribû.

Çûna navbirî ji bo Rûsiyayê hevdem e digel serdana serkomarê Amerîkayê ji bo vî welatî, û digel Pûtin civîn hebûye.

Şêvirmendê “Xamineyî” di Moskoyê de gef li welatên cîran xwaribû, ku hekî Îran nekare petrola xwe bifiroşe, tu welatên din yên di Rojhilata Navîn de jî nikarin petrol xwe bifiroşin.

Rojek piştî vê gefxwarina “Wilayetî”, “Husên Şerî`etmedarî”, di rojnameya “Kêyhan” ya Tehranê de bas ji destpêkirina şereke giran di deverê de kiribû.

Navbirî rexne li dewleta Rohanî girtiye, ku li hemberî hêzên derve  gellek bêhêz e, û ragehandiye ku: “Amerîka û Ewropiyên îxanetkar, cinayetkar û rêgir, hewce ye weke destpêka şoreşê bi awayekî tund serederî digel wan bê kirin û van bişkênin”.

 “Şerî`etmedarî”, nûnerê “Elî Xamineyî” di sergotara rojnameya “Kêyhan” ya Tehranê de, bi armanca tirsandin û vekişiyana Amerîka û Ewropayê, derheqê dorpêçên ku li ser firotina petrola Îranê de ye, û bas ji danîna mînan li geviya Hormuzê, û daxistina yekcarî ya vî cihî li ser gemiyên petrolê de û herwisa  bas ji êrîşa mûşekî bo ser Erebistan, Îsra`îlê, û heta Ewropayê jî kiriye.

 “Hidayetulah Xadêmî”, endamê enirjiyê di meclisê de, li ser vê baweriyê ye, û ragehandine ku: “Hekî îzna firotina petrolê ji me re nadin, em spasiya Rûsiyayê dikin, ku li hemberî petrolê de,  tiştên xwarinê digehîne me, û nahêle em ji birsan bimirin”.

Xadêmî daye zanîn ku: “Em di navbera xirab û xirabtir de asê mane, dibe di navbera dana petrolê ji Rûsiyayê re ji bo bidestveanîna xwarina rojane, û eva ku tu demî em nekarin petrolê bifroşin, yek ji wan hilbijêrin”.

Hevdem digel nêzîkbûna sozên Amerîkayê ji bo sepandina dorpêçan bo ser rejîma Tehranê, kompaniya û bazirganan jî pêwendîiyên xwe digel rejîma Îranê hildiweşînin, û li hemberî vê de jî berpirsên rejîma Îranê gefan li van dixwin”.

Di demên berê jî “Rohanî”, “Elîekber Wilayetî” û çendîn fermandarên payebilind yên Spaha Pasdaran û Spaha “Qudis” ya rejîma Îranê, gefa daxistina geviya Hormuzê xwaribûn.