Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bilavkerê madên hişber

13:22 - 9 Îlon 2012

Rûken

Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan û Saziya Navneteweyî ya kêmkirina xesaran, ragehandiye ku binyat û nawendên ser bi NY, divêt alîkariyên malî ên xwe li gel Îranê li pêwendî tevî madeyên hişber bidawî bînin.

Bi raya wan du rêkxirawan sîstema hiquqî û dadweriya Îranê, mafê tometbaran di warê destpêragihîtin bi parêzer û dadgehîkirina dadperwerane binpê dike û li encam de dibe sedema bidarvekirina hijmarek zêde a tometbaran, ku ew yek jî binpêkirina bi eşkere ya mafên destpêkî ên girtiyan e.

Lewra rêkxirawên pêwendîdar heya wê demê ku ji dawîanîn bi binpêkirina mafê girtiyan û hilgirtina hukmê bidarvekirina wan ji aliyê rejîma Îranê ve xatircem nebin, nabe alîkariya malî di gel rejîma Îranê bikin.

Yasaya xebata bi dijî madeyên hişber ji bo ragirtin û hilgirtina her pênc kîloyên Tiryakê, û sî girem Hîroyîn û Morfînê, cezayê bidarvekirinê diyarî kiriye, û tometbar li pişt deriyên daxistî û di demekê de ku tu mafeke bergirîkirina azadane ji xwe tuninin, û heta di demekê de ku cezayê bidarvekirinê jî bi ser wan de tê sepandin, mafê daxwaza pêdaçûna bi ser hukmê sepandî jî pişt guh ve tê avêtin.

Hijmara yên ku ji aliyê rejîma Îranê bi tometa maddeyên hişber hatine bidarvekirin, di wan salên dawî de berev zêdebûnê çûye.
Li gorî rapora rêkxirawa lêborîna navnetewî li sala 2009, %43 ji bidarvekiriyan û di sala 2010’an de %68 ji bidarvekiriyan li ser qaçaxa madeyên hişber bûne.

Di rastî de alîkariya malî ji aliyê “Nivîsîngeha dijayetî di gel madeyên hişber a ser bi NY” ve, di gel rejîmeke wek rejîma Îranê ku bixwe hokarê bilavbûna madeyên hişber e, derbê li hitbar û piristîja vê saziya cîhanî dide, û wê demê ew jî divêt wek hokarê zêdebûna hijmara bidarvekiriyan bên hesibandin.

Jiber ku tenê di navbera salên 2000 ta 2009’an, ji aliyê welatên ser bi YE ve nêzîk bi pênc milyon dolarê Amerîkayî, alîkarî di gel Saziya Xebata Dijî Madên Hişber hatiye kirin.

Lewra ragirtina wan alîkariyên malî ji aliyê nawendên têkildar bi xebata dijî madên hişber ve, bi taybetî ji aliyê “Nivîsîngeha dijayetî di gel madên Hişber ên NY” ve, hekî nekare li ser kêmkirina hijmara îdaman bi bandor be, aliyê kêm dikare pirestîja wan di warê astê rêzgirtina ji mafê mirovan jêhel bibe, û hem jî dikare vê hêza yekgirtî a cîhanî ku bi dijî rejîma Îranê pêk hatiye, li rastaya berdewambûna wan li ser zext û givaşên bo ser rejîma mirovkuj a rejîma Îranê bihêztir bike, ku ew yek bêguman hêvî û daxwaza xelkê şoreşvan ê welatê me ye.